Komîteya berhevkirina îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê beriya niha diyar kir ku li seranserî Rojavayê Kurdisrtanê û Sûriyê 5 sed hezar îmze hatine berhevkirin û kampanî hîn didome.
Di festîvala çandê de îmzeyan kom dikin
Li aliyê din li bajarê Elmanya Munsterê, ciwanên endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) yên tevlî Festîvala Çandê ya Havînê bûn, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehek danîn. YXK'yiyan ji xwendekaran re behsa jiyan û têkoşîna Ocalan kirin û îmze kom kirin.
Xwendekaran di festîvalê de, di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî de, dezgehek danîn. Xwendekarên Kurd ên li dezgehê Kurdistan û kampanya ji bo azadiya Ocalan dan naskirin, li pêwendiyeke mezin rast hatin.
Her weha qertên bi nivîsa "Ji hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyê re azadî" ku bi zimanên Kurdî, Farsî, Erebî, Tirkî, Endonezyayî, Elmanî, Îngilîzî, Spanî û Fransî hatibû nivîsandin, hatin belavkirin. Di çalakiya heta doh êvarê de, xwendekarên YXK'yî bi sedan îmze kom kirin.
HELEB/MUNSTER