Rêveberiya Helebce bi boneya Roja Ciwanan a Cîhanê festîvalek li dar xist û tê de çend çalakiyên hunerî hatin pêşkêşkirin. Her wiha xelatên rêzdariyê ji çend ciwanan re hatin dayîn.
Bi boneya Roja Ciwanan a Cîhanê bi dirûşmeya ‘Ciwanên Kurdistanê sembola fikra azadî û hêza afirandinê ne’ bi amadebûna hejmarek berpirsên hikûmî, hizbî û ciwanên bajêr, Rêveberiya Ciwanên ser bi Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê li Helebce festîvala navbirî li dar xist.
Di festîvalê de Erîwan Selah peyama rêveberiya ciwanan pêşkêş kir û got, “Pêwîst e bi çend şêwazan sûd ji kêrhatinên ciwanan werin wergirtin. Ji ber ku erkê rêveberiya welat di salên bê de dikeve stûyê van ciwanan.”
Piştre çend berhemên hunerî yên wek helbest û stranan di festîvalê de hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de jî ji bo çend ciwanên bikêrhatî û nîmûne yên parêzgeha Helebce û li gel du malbatên ciwanên pêşmergeyên şerê li dijî terorê de şehîd bûyî, xelat hatin dayîn.
ROJNEWS HELEBCE