Li parêzgeha Helebce îro yekemîn Festîfala firîna pareşûtan hate li darxistin. Gelek nûnerên hizbî, hikûmet û rêxistin û welatî beşdarî festîvalê bûn. Li ser çiyayê Balambû yê Helebce nêzî 70 fareşûtvanên ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê firiyan. 

Têkildarî festîvalê de Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê Kurdewan Necmedîn ji ajansa me re wiha got; “Nêzî salekê ji bo vê festîvalê amadekarî tên kirin. Ji bo festîvalê jî me Çiyayê Balambû hilbijart. Ji bo balê bikişînin liser avahewa û geştiyariya herêmê me ev festîval li darxistin.

Necmedîn axaftina xwe wiha domand; “Di vê festîvalê de ji Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê 70 pareşûtvan beşdar bûne. Hemû di astekî baş de hatine perwerde kirin.Gelek ji wan beşdarî çend festîvalên navnetewi bûne.  Armanca me ewe ku di salên bê de em vê festîvalê bikin navnetewî.”

Herwiha Hozan Cebar yê beşdarî festîvalê ji bûyî ji wiha got; “Weke pareşûtvanekî Helebceyî beşdarî vê festîvalê bûm. Ez gelek keyfxweşim, ji ber ku ev cara yekeme festîvalekî wiha li vir tê lidarxistin. Bi saya festîvalên wiha em dikarin bi asayî çalakiyên xwe bikin.” 


CÎHAN HEWRAMÎ-ROJNEWS / HELEBCE