Li Helebceyê Festîvala Hinaran
5. Festîvala Hinaran li parêzgeha Helebceyê doh dest pê kir. Li wir 200 cotyar hinarên xwe pêşkêş dikin.
Festîvala Hinaran ji aliyê Tora Rêxistinê Helebce, bi hevkariya çend şîrket û Wezareta Çandiniyê tê rêxistinkirin. Di festîvalê de nêzî 200 cotyarên Helebce, Hewreman û Şarezor bi hinarên xwe beşdar dibin.
Di festîvalê de berhemên din yên çandiniyê jî tê nîşandan.
Organîzatorê Festîvalê jî diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku 2 du rojan de 20 hezar kes beşdarî festîvalê bibin. ROJNEWS/HELEBCE