Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:

“Êrîşên hevbeş ên komên çete di bin banê koalîsyona Sûriyê de tevdigerin ên wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin.

5’ê Gulanê di navbera çeteyan ku ji herêmên Bostan Başa, Eşrefiye û Seken Şebabî êrîş li dar dixistin û hêzên me de şer qewimî. Di şer de li herêma Bostan Başa 1, li herêma Eşrefiyê 1 û li herêma Seken Şebabî jî 2 çete hatin kuştin.

- Çeteyên DAIŞ’ê 5’ê Gulanê saet 11.00’an li dijî başûrê bendava Tişrînê ya li Kobanê û saet 18.00’an jî li dijî gundê Kadriyê yê li rojhilatê bendava Tişrînê bi çekên giran êrîş li dar xistin.

- 5’ê Gulanê saet di 19.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê giredayî Kobanê. Di dema êrîşê de di nav çeperên çeteyan de teqîneke dijwar çebûye. Sedem û encama vê teqînê nehatiye zelalkirin.

- 6’ê Gulanê saet di 01.00’ê de çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyeke bombebarkirî xwestin li dijî gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşekê li dar bixin. Maşîneya teqemenî barkirî ji aliyê hêzên me ve hat ruxandin.” 

 

 HELEB