Li bajarê Helebê li taxa Şêx Meqsûd Xerbî li rex Qehweya Cemîl Horo ku herî dawî li wir Komîn hatibû sazkirin, ji bo Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî û endamê Meclîsa HPG’ê merasîmek ji aliyê TEVDEM’ê ve hate lidarxistin. Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Rêberê Tekoşîna Me ne, Em xwedî li Şehîdan derbikevin’ ku hate lidarxistin. Bi deqeyekê rêzgirtinê.
Endama TEVDEM’ê Zelal Cîger di derbarê jiyana Rustem Cûdî û 6 havalên pê re jiyan xwe ji dest dan axivî û got: “Em weke rêhevalê Rustem Cûdî, em çendî gotin û wesfên baş û xweşik rave bikin, em nikarin rastiya Şehîd Rustem Cûdî vebibêjin. Heval Çîçek û Elîşêr jî xwedî tekoşîneke dûr û dirêj in di nava tevgera azadiyê de. Çalakiya Çelê ji bo tolhildana Hevalê Rûstem Cûdî û hevalê din bû. Li Çelê jî 7 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ev tê wateya ku tevgera Apocî, Tevgera Şehîdan e. PKK’ê PKK’ya Şehîdan e”.
Mersîma bîranînê li bajarê Helebê li taxa Şêx Meqsûd Xerbî li qada ku Komîn lê hatiye sazkirin, li rex Qehweya Cemîl Horo. Di saet 16.00an de, dest pê kir. Piştî Endama TEVDEM’ê gotina xwe bi dawî kir. Her yek jî Saziya Malbatên Şehîdan a Helebê, Saziya Malbatên Girtiya li Helebê, Tevgera Ciwanê Demokratîk, PYD, Yekîtiya Star û Tevgera Çand û Hunerê peyama xwe di derbarê merasîmê de xwendin.
Di merasîmê de alên TEVDEM’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê hatin hildan û dirûşmên weke ‘Şehîd Namirin”, “Rûstem Namire”, “Bijî serok Apo” hatin qêrîn.
ANF/HELEB