Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, doh di saetên nîvro de 2 topên hawanê li Taxa Şêxmeqsut Xerbî ketin. Hate ragihandin ku topên hawanê ya yekem li Qehwexaneya Cemîl Horo ketiye û di encamê de 4 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest daye.  Hat diyarkirinku hejmara kesên di encama her du topên hewanê yên ku nehatin zanîn ji kîjan alî ve hatine de jiyana xwe ji dest dan gihişt 11’an. Hate zanîn ku hawan ji rojhilatê taxê ku tu şer û pevçûn lê tune ne ve hatine avêtin. 

HELEB