Akademiya Şehîdên Asayîşa Helebê, dewreya sêyemîn a endamên Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin bi dawî kir. Dewre 17 rojan dewam kir û 20 endamên jin beşdarî perwerdeyê bûn.

Merasîma bidawîkirina perwerdeyê, li Akademiya Şehîdên Helebê ya li herêma Şiqêfe, hate lidarxistin. Di merasîmê de nûnerên endamên saziyên sivîl, şervanên YPJ´ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundir amade bûn.

Di merasîmê de Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundir, Eylem Çerkes û endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin Heyfa Qirt Elî axivîn û bidawîkirina dewreyê pîroz kirin.

Endama Kongra Star, Hêvîn Silêman destnîşan kir ku pirr girîng e perwerde pêk werin, nexasim jî di vê merheleyê de ku herêm tê re derbas dibe. Paşê endamên dewreyê sûnd xwarin. Merasîm bi stranên şoreşgerî yên koma stranan a Cemîl Horo bi dawî bû.

 

ANHA/HELEB