Li Şêx Meqsûdê di navbera Yekîneyên parastina Gel (YPG) û hêzên rejîma Sûriyeyê de pevçûnên dijwar diqewimin. Di encanê de 6 leşker hatin kuştin, 1 birîndar bû.

Navenda Çapaemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku, pevçûnên dijwar di navber yekîneyên wan ên li herêma Mexselet El-Cezîrê û deveroka El-Ewarid yên Şêx Meqsûd rû dan. Di pevçûnan de 6 leşker hatin kuştin û 1 birîndarbû.
Di saetên nûçeya me hate amadekir de pevçûnan berdewam dikir. Li aliyê din jî balafirên Artêşa Sûriyeyê taxa Eşrefiyê bombebaran kirin.
Li aliyê din li taxên din ên Helebê di navbera hêzên rêjîma Baas û çekdarên Artêşa Hur de pevçûnên dijwar qewimîn. Li Herêma derdora Kastêlo, Çerxeriya Lêremûn doh ji saetên piştî nîvro de pevçûn di navbera hêzên rêjîma Baas û çekdarên Artêşa Azad de rû dan. Nûçegihanê ANHA’yê diyar kir ku dema hêzên rêjîmê xwest ku tabûreke leşkerî bîne Zindana Helebê ya navendî li herêma Kastêlo heta Çerxeriya Cendûl pevçûn di navbera wan û çekdarên Artêşa Azad de rû dan. Di pevçûnan de hêzên rêjîma Baas çekên giran û balafir bikar anîn.
Her wiha Çavkaniyên Artêşa Hur destnîşan kirin ku gelek leşkerên Sûriyê hatine kuştin û birîndarên wan çêbûne. 

HELEB