TÛLÎN HESEN / ANHA/HELEB
Koma Siya Jîn a girêdayî Çand û Hunera Demokratîk, yekemîn koma stranan li bajarê Helebê tê hesibandin. Ew di Adara bê de amadekariya straneke xwe ya taybet dike.
Komîteya Jinê ya navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, koma stranan a ji 8 jinên ciwan ava kir. Temenên van jinên ciwan jî wan 16 e.
Endamên komê hefteyê rojekê, roja şemiyê li navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner perwerde dibin. Di nav wan de 5 jinên ciwan stranan dibêjin û 3 li amûrên muzîkê yên mîna biziq û defê didin.
Gava yekê ji bo Kevana Zêrîn
Endamên komê heya Adara bê amadekariyên straneke taybet ya xwe dikin. Li ser mijarê endama rêveber a komê Fatme Ebdo got, “Di komê de em li ser 5 stranan perwerde dibin. Stranek li ser şehîd Denîz a ku li Helebê şehîd bûye, stranên din stranên Koma Awaza Çiya ne. Em niha amadekariya straneke taybet bi komê dikin.”
Fatme wiha domand: “Em ê hewl bidin stranên taybet bi xwe binivîsin, yanî em dixwazin gotin û awaz ên me bin.”
Di dawiyê de Fatme got, deriyê komê vekirî ye li her jina ciwan a behremend a stranan dibêje, yan jî dixwaze li înstrûmaneke muzîkê bide.
Ji aliyê xwe ve endama komê Yasmîn Koşan got, “Em bi rêya komên xwe û yên din ên jinan dixebitin da ku Kevana Zêrîn li Helebê ava bikin û ev jî wekî gava yekê ye.”