Ji Xurmatû ya Başûr heta Mereş a Bakur ax, nirx û hebûna Kurdan ketiye ber êrîşê. Rewş ji hêla Kurdan ve bûyerên dîrokî bihundirîne jî, hêzên serdest hê jî di statûkoya kevin de ya ku hebûn û vîna Kurdî qebûl nake, bi israr in.
Li Bakur; bajar û navçeyên Kurdan têne wêrankirin û her roj bi dehan siyasetmedar, şaredar û aktîvîst têne girtin. Herwiha; tê xwestin ku parlamenterên Kurd û yên demokrat ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji parlamentoyê bêne derxistin û zindanîkirin. Tirkiye ne tenê li Bakur, herwiha li Rojava û Başûr jî di nava êrîş û lîstîkên qilêr de ye. Îran him li Rojhilatê Kurdistanê êrîşên xwe yên li dijî Kurdan dewam dike û him jî bi destê komên wek Heşda Şeîbî (mîlîsên Şîa) li Başûr tevlîheviyê çêdike. Li hinda vê yekê, pirsgirêkên di navbera rejîma Iraqê û Kurdên Başûr de jî her diçe zêdetir dibin. Rejîma Sûriyê jî wekî ku li Qamişloyê pêk hat; çav daye firsendekî ku li Rojava destketiyên Kurdan ji holê rake. Li gel van qewmînên li welat, li diyasporayê her çiqas deriyên dîplomatîk li Kurdan hatine vekirin jî, bi taybetî Elmanya ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re, bi siyaseta girtina siyasetmedarên Kurd dewam dike; niha 8 siyasetmedarên Kurd di girtîgehên Elmanyayê de ne...
Helbet ev tablo; di destpêkê de hestên neyînî di dilê mirov de peyda dikin. Lê mirov tabloyê bi giştî bigire ber çavan û binirxîne, wê çaxê wê pirr aşkere were dîtin ku ev bûyer di heman demê de têne wateya xwedîvînbûn, mezinbûn, firehbûn û bihêzbûna Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd û ya Kurdan giştan. Jixwe, li hember hemû êrîşan, li her derê berxwedan û têkoşîneke berbiçav jî heye...
Mirov divê vê yekê tim dûbare bike; ku li gel berxwedana li hember êrîşan motîvasyona civakî, gerek e ji avakirina jiyana civakî qet qut nebe. Ji ber ku têkoşîna heta îro jî pirr aşkere îsbat kiriye ka Kurdan çi ava kir, dikanin xwe tenê bi wê/wî îfade bikin û nirx û hebûna xwe mayînde bikin. Gerek e, warê civakî, parlamento, rêveberiyên herêmî, geşkirin û xemilandina jiyana civakî bi nirxên cewherî ên mîna kar û xebatên rojane û daîmî werin bidestxistin. Helbet wek mijareke herî girîng û sereke; him ji hêla siyasî û him jî ji hêla civakî û dîplomatîk ve bipêşxistina yekîtiya neteweyî divê tim bê rojevkirin.
Li her çar parçeyên Kurdistanê li hember êrîşan, ji her siyasetên Kurdî re zemînê têkoşîna hevpar û neteweyî heye. Mînak; li Bakur hemû partiyên ku xwe wek partiyên Kurdî didin nasandin, him li dijî werankirina bajar û navçeyên Kurd û him jî li hember hewildana derxistina parlamenterên HDP’î ji Parlamentoya Tirkiyê, gerek e piştgiriyê bidin HDP’ê. Tiştekî nekin jî, divê bi gotin û çalakiyên xwe moralê nedin rejîma Tirk a dijkurd.
Li Başûr ji bo bihêzkirina bandora Kurdan a li ser qewmînên li Iraqê, mînak di tevlîbûna operasyona rizgarkirina Mûsilê de hemû siyasetên Kurdî divê hêzên xwe bikin yek. Divê Rêveberiya Başûr dev berde ji polîtîkayên ku moralê didin rejîma Tirk, û siyaseteke ku yekîtî û hêza Kurdan mezintir bike, bi rê ve bibe.
Li Rojava jî komên girêdayî PDK’ê bi komên selefîst ên girêdayî Tirkiyê re bi roleke nexêr û li dijî destketiyên Kurdan rabûn û hê jî pê radibin. Wekî ku çapemenî radigihîne; di êrîşên komên selefîst ên li ser Kurdên Helebê de ew jî hevkariyê dikin û dibin sebebê kuştina bi dehan Kurdên sivîl. Bi taybetî jî PDK’ê û komên girêdayî wê heta îro bi polîtîkayên ku bi rejîma Tirk a dijkurd re birêve dibin, him îtîbar û bandora xwe windakirin û him jî zirareke mezin dan û didin destketiyên Kurdan ên giştî. Divê êdî were qebûlkirin; ku bi siyaseta şaş, bûyerên baş pêk nayên...
Mirov ji kîjan hêlê ve mêzeke, ferq nake; rewşa heyî ji her hêlê ve Kurdan mecbûrî yekîtiyê û hevkariya siyasî û dîplomatîk dike...