Dijwar Feqîr têkildarî armanca van êrîşan got: “Armanca sereke ya êrîşên li dijî Şengal û Rojava ne PKK ye, armanca sereke ya êrişan bi taybetî gelê Êzîdî û gelê Kurd e. PDK dixwaze bi êrişan YBŞ’ê di çavê raya giştî de sûcdar bide nîşandan. PDK di van êrişan de li gel Tirkiyeyê di nav hevkariyê de ye. Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hember vê hevkarî û xiyaneta PDK’ê bê deng nemîne.”
‘Dijminatiya Êzidiyan dîrokî ye’
Dijwar Feqîr anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ne nû ne û wiha peyivî: “Ev êriş dîrokî ne û ne nû ne. Dema mirov li dîroka Osmaniyan binêre mirov vê bi awayekî eşkere dibîne. Ji ber ku ev dagirkerî û mêtingerî di roja me ya îro de jî dewam dike. Bi salan xwestin bi êrişên xwe gelên li ser vê axê tine bikin. Ev êrişên hewayî yên di salvegera Qirkirina Ermeniyan de ne tesedûfî ne. Ji bo tirsa împaratoriya xwe bimeşînin, ev êriş rastî vê rojê anîn.”
‘PDK û Tirkiye li Şengalê wê negihîjin armanca xwe’
Tirkiye û PDK çi bikin bila bikin, li Şengalê wê negihîjin armanca xwe. Destpêkê xwêstin di 2014’an de bi çeteyên DAIŞ’ê bidin kirin lê, negihîştin armanca xwe. Dîsa xwestin bi çeteyên ji aliyê PDK’ê ve rêxistinkirî bi êrişên li Xanesorê ku di 3’yê Adara 2017’an de pêk hatin, encam bigirin. Lê dîsa bi ser neketin. Erdogan û AKP’ê dît ku bi vî awayî nikarin bi êrîşan îradeya gelê Êzidî bişkînin vê carê xwestin bi êrîşên hewayî darbekê lê bixin. Lê ev jî bê encam ma.”
‘Em ê li dijî êrîşan bibin yekwicut’
Herî dawî Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr anî ziman ku divê PDK ji bo gelê Başûrê Kurdistanê bi awayekî vekirî hesabê vê lîstika qirêj ya dewleta Tirk ku ew jî di navê de ye û lihevkirina veşartî ya bi dewleta Tirk re bide, û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tişta em ji gelê Başûrê Kurdistanê dixwazin ew e ku rûyê rast yê PDK’ê bibîne û li dijî kiryarên wê bê deng nemîne. Ne rihetbûna xwe ya li dijî vê anîn ziman lê, divê hîn mezintir bike. Li dijî van êrişan îro roja yekbûnê ye. Banga me ya li hemû gelê me ew e ku li dijî van êrişan bexwedana xwe xurt bike.”
ROJNEWS/ŞENGAL