Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistan a Federal Cabar Yawer bertek nişanê wan êrîşan da. Yawer, diyar kir ku Herêma Federal a Kurdistanê beşek ji Iraq a Federal'ê ye û wiha got: "Asîmanên Herêma Kurdistanê girêdayî yên Iraqê ye. Iraqê peymana navnetewî ya ku dibêje welatek derdorê nikare bi destûra welatek din axa wî welatî bin pê bike îmze kiriye. Ji ber wê jî ev binpêkirin li hemberî peymana navnetewî ye."
Yawer, destnîşan kir ku ev êrîş li dijî mafên mirovan e û li aliyekî din ev topebaran dibe binpêkirina mafê mirovên sivîl. Yawer, bilêv kir ku ji ber ku gund li ser van sînoran hene û gelê sivîl li wir dijîn zirakekê mezin dibînin. Yawer êrîşa hewayî ya dewleta tirk sererast kir û da zanîn ku hinek deverên Herema Kurdistan hatiye bombebarankirin û wiha pêde çû: "Artêşa Tirk bi balafirên şer êrîşê hinek deverên Kurdistanê kirin. Lê heta niha me der barê operasyoneke piyadeyî de tu agahî negirtiye û hayê me ji vê yekê tune ye. Em bi awayekî fermî li Bexdayê der barê mijarê de têkiliyan bi rayedarên hikûmeta Iraqê re datînin. Li gor qanûna 140'an a makeqanûna dewleta Iraq a Fedaral a der barê parastina sînoran de, parastina sînorê Herêma Kurdistanê di heman demê de erkê hikûmeta Iraqê ye jî. Her wiha ji bo rawestandina vê yekê di aliyê dîplomasî de tişta ji destê me were em ê bikin.”

Rêyên diyalogê 

Yawer diyar kir ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê li kesên sivîl ên dibin mexdûrên êrîşan xwedî derdikevin û derbarê helwesta hikûmet ya li hemberî wan êrîşan de wiha nêrînên xwe anî ziman: "Her wiha hewl dide ku pêwîstiyên wan pêk bînin. Ji bo hikûmeta Iraq û saziyên û rêxistinên navnetewî bikaribin alîkarî bide mexdurên topebaranê, hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide. Helwesta me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî van êrîş û topebaranan aşkere ye. Li gor Hikûmeta Herêmê, ev pirsgirêk pirsgirêkeke siyasî ye. Divê di dawiya dawî de bi riya diyalogê bê çareserkirin.”

DÎHA/HEWLÊR