Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, li navçeya Amedê Sûrê, li navçeya Colemêrgê Geverê êrîşên hêzên çekdar ên Tirk û berxwedana Kurdistaniyan li dijî van êrîşan û ji bo parastina xweseriyan dewam dike.

Li Nisêbînê zarokê bi navê Hakan Dogan ê 15 salî dema ku doh derket ber deriyê xwe wesayîtên zirîhpoş gule lê reşandin û Dogan qetil kirin. Li gel Dogan, di 3 rojên dawî de 6 welatî hatin qetilkirin.  Pêr êvarê jî  polîsên dewleta Tirk  jineke 55 salî  a bi navê Fehîme Aktî qetil kir. Di encama êrîşên polîsan yên bi ser taxa Firatê de jî zarokekî bi navê M.A (12), li ser kolana Altay bi  guleya ku li milêwî yê çepê ketî, birîndar bû. 

Li ser taxên Firat, Dîcle, Abdûlkadîrpaşa û Yenîşehîrê êrîşan heta êvarê dewam kir. Li Taxa Firatê jî malek hat şewitandin. Li heman taxê dema hêzên çekdar ên dewleta Tirk xwestin taxê dagir bikin, şerekî dijwar qewimî û di encamê de polîsê Tirk ên hêza taybet ên bi navê Mesut Demirkan û polîsekî din ji heman hêzê ku navê wî nehat zanîn hatin kuştin.


Colemêrgê dîsa zora dewletê bir

Li navçeya Colemêrg Geverê, duh bi şev saet di 23:00 de derketina derve hat qedexekirin. Saet di 01:00 ê nîvê şevê de, bi rêya anonsan "qedexe hat ragihandin. Polîsên ku bi wesayîtên zirîhpoş ketin nava Taxa Kişla ya berê, gule li nava taxê û bendan reşandin. Danê sibehê jî helîkopterên hêzên çekdar ên Tirk li ser navçeyê geriyan.

Tîmên taybet ên ji kolana qelebalix a ber bi Dibistana Seretayî ya Gazî ve bi wesayîtên zirxî hetin nava taxê, gule li malan reşandin. Li vê derê gule li Mala Gel hatin reşandin û piştre hewl hat dayîn bi kepçeya zirîhpoş bê xerakirin. Ji ber vê êrîşî dîwarê Mala Gel û beşek ji banê wê xera bû. Kurdistaniyan jî nerazîbûna xwe bi çalakiyên protestoyî nîşan dan. 

Gelê Geverê li dijî êrîşên dewleta Tirk, berxwedana xwe bênavber dewam kir. Di vê navberê de, di dema derbasbûna wesayîtên zirîhpoş de teqînekê rû da û kepçeyeke zirîpoş îmha bû. Hat ragihandin ku ji ber teqînê mirî û birîndar hene. Piştî teqînê wesayîtên zirîhpoş vekişiyan.

Di êrîşa polêsan a bi ser taxa Kişleyê de hat zanîn ku kesekî bi navê Ersîn Aydin hatiye qetil kirin.


Gule li mala hevşaredar reşandin

Bi hinceta 'kolandina bê destûr', hêzên çekdar ên dewleta Tirk gule li mala Hevşaredarê Bajarokê Deştadare yê Hezexê yê DBP'î Evîn Îgdî hat reşandin.

Êrîş, dema ku Îgdî ji ber wezîfeya xwe li bajarokê Deştadare yê Hezexê bû, pêk hat. 


Polîs bi amediyan nikare

Polîsan êrîşî xelkê kir ku dixwest biçe Sûra ku ev 7 roj in dorpêçkirî ye û bi qetlîaman re rûbirû ye. Tevî êrîşên hêzên dewleta Tirk jî, gel bi biryardarî li ber xwe da û kolanan vala nekirin.

Di bin pêşengtiya DBP’ê û HDP’ê de ji bo şermezarkirina dorpêç û qetlîamên ku ev 7 roj in li Sûrê didomin bi hezaran welatî li Parka Koşûyolû kom bûn. Girse li pêşiya Abîdeya Mafê Mirovan kom bû, dema xwest ber bi navçeya Sûrê ve bimeşe rastî êrîşa polîsan hat.

Ji wesayîtên zirîhpoş hêzên çekdar ên Tirk gef li gel xwarin. Di encama êrîşên polîsan ên li Cadeya Gevran a Ofîsê, ciwanek bi bombeya gazê a li serê wî ket birîndar bû. Ciwanê birîndarbûyî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Çalakiyê heta ku nûçe dihat amadekirin dewam dikir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Li Kurdistanê kujerê herî çepel dewlet e


Li navçeya Şirnexê Silopiyayê doh êvarê Zarokê bi navê Ferhat Kartal ê 15 salî ku ji sedî 50 astengdar e, ji aliyê polîsan ve bi 12 guleyên ku li sînga wî ketin, hat qetilkirin. Kekê wî Sebahattîn Kartal bi gotinên "Piştî ku me hemûyan terorîst dibînin, wê demê bila werin me hemûyan bikujin, em jî terorîst in" nerazîbûn nîşan da. 

Li taxa Yenişehira Silopiyayê zarokê bi navê Ferhat Kartal (15) li taxa ku mala wî lê, ji hêla polîsan ve şevê din hate qetilkirin. Derket holê ku rapora Kartal a ku diyar dike ji sedî 50’î astengdar e ji hêla saziya ‘Lijneya Tenduristiyê ya Astengdaran' ve  06´ê Çileyê 2010’an hatiye dayîn. Her wiha hate zanîn ku Kartal, li navendeke rehabilitasyonê perwerde dibû. Kekê Ferhat Kartal, Sebahattin Kartal got, birayê wî xwendekarê dibistana Yenişehîrê ya pola 8’an bûye. 


12 gule li singa Kartal xistin

Kartal dibîje, piştî ku ew danê sibê pê hisiyan ku birazê wî hatiye qetilkirin ew bi malbatî çûne lêbigerin û weha dewam kir: "Heta ku em çûne ber deriye morgê jî me hêj bawer ne dikir ku birayê me hatiye qetilkirin. Polîsên li ber deriiyê morgê cenaze nîşanî me nedikirin. Dema me cenazeyî wî nas kir, me dît ku 12 gule lêxistine.’’ 

Piştî ku otopsiya cenazeyê li Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê werê kirin, cenaze wê li Silopiyê were definkirin. 


 ŞIRNEX