Tevna berxwedanê ya kolektîf, ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 23 hepsan ji aliyê 91 hepsiyan ve dewam dike. Heger bersiva daxwazên wan neyê dayin, 300 hepsiyên din wê bikevin greva birçîbûnê ya bê dawî û nedorveger. Dewleta Tirk bi rêya şerê taybet hewl dide ku ev berxwedan bê nixumandin, ji raya giştî re neyê eşkerekirin. Lê tevî vê yekê jî nikare li pêşiya mezinbûn û belavbûna berxwedanê bibe asteng. Di kevneşopiya berxwedana hepsan a Kurdan de 3 qonaxên girîng hene. Ya yekemîn, têkoşîna li hepsa Amedê ya li dijî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê ye. Ya duyemîn, têkoşîna Ocalan a li Îmraliyê ye. Ya sêyemîn, têkoşîna sala 2012’an a li hepsan e. Ev her sê serdem, li gel aliyên xwe yên dişibin hev, ji aliyê giştî ve ji hev cuda ne. Xala bingehîn a hevbêş hilwaşandina zilm, zordarî û êşkenceya faşîst-mêtinger e.
Tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e
Hevseroka berê ya HDP’ê ya dîlgirtî, Fîgen Yuksekdag ji rojnameya Gazete Dûvar re tecrîda li Îmraliyê, berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan nivîsî.
Yuksekdag got, “Heta ku tecrîda giran a li Îmraliyê dewam bike û îradeya çareseriyê dîlgirtî be, eşkere ye ku meseleyên bingehîn ên li Tirkiyeyê çareser nabin. Li gorî vê rastiyê, tecrîd ne tenê pirsgirêka Kurdan e, ya Tirkiyeyê ye.”
Bi berpirsyariya pêşengiyê rabin
Di dewama nivîsa xwe de Yuksekdag diyar kir ku ev daxwaz û çalakî ji bo yekîtî û hevgirtinê firsendeke mezin e û got, “Gelekî girîng e ku hêzên çep kedkar û sosyalîst di vê pêvajoyê de bi berpirsyariya pêşengiyê rabin, li bajarên rojava xwedî li grevên birçîbûnê û çalakiyên li dijî tecrîdê derkevin û bi rola pêşengiyê rabin.”
NAVENDA NÛÇEYAN