Kiliç bibîr xist, ku Dibistana Ferzad Kemanger di sala 2011’an de, ji aliyê deh mamosteyan ve bi desteka gel hatiye vekirin. Kiliç da zanîn, ku dibistana wan bi 100 xwendekaran dest pê kir, lê piştre hejmara van zarokan zêdetir bû. 

Her wiha Kiliç diyar kir, ji roja destpêkê ve xeteriya girtinê li ser dibistanê hebû û got, “Dibistana Ferzad Kemanger berî dest bi perwerdeyê bike, deriyê wê hat mohrkirin, lê hem xwendekaran, hem malbatên wan hem jî gel hat mohra dewletê lê xistibû rakirin. Lê wezîfedarên dewletê ev mohr careke din pê ve kirin. Ev bûyer pênc caran bi vî rengî dubare bû û di awiya dawî de gel mohr şikand û ket hundir. Heta roja Yekşema buhirî, me bi zimanê Kurdî perwerde dida zarokan. Di nava sê salan de hejmara me timî zêde bû. Ji pola destpêkê heta ya sêyemîn, bi giştî 230 xwendekarên me bi rengekî serketî perwerde dîtin.”

‘Zarok û malbat bi biryar in‘

Kiliç bal kişand ser nerazîbûna xwendekaran û malbatên wan a ji ber girtina dibistanê û got, “Ti ji şagirtên me naxwazin biçin dibistanên dewletê. Malbatên wan jî bi qasî van zarokan bi biryar in, ji ber ku haya wan ji gava cidî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Em jî hewl didin dilê malbatan û zarokan xweş bikin û li rê û rêbazên dewamkirina perwedeya bi zimanê dayikê digerin. Ji aliyekî ve ji bo rakirina mohra girtinê danûstandinên me yên bi Walî re dewam dikin, li aliyê din em li avahiyeke nû digerin. Eger ev her du alternatîf jî pêk neyên, em ê her roj ji mala malbatekê perwerdeya xwe bidomînin. Jİ ber ku perwerde nayê wateya avahiyê.”

Perwerdekar Nebî Kiliç herî dawî bang li hêzên demokratîk kir û got, “Divê her kes li gund, gundikan, bajar û her devera lê dijîn ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê têbikoşin û bi rêbazên Ferzad Kemanger modelên perwerdeyê bafirînin.”


MELEK YUKSEL/ ANF / AMED