Mehmet Ocalan û birayê Hakkin Alpan, Hasan Alpan roja duşemê çûn Îmraliyê û hevdîtina xwe pêk anîn. Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê der barê hevdîtinê de agahî da çapemeniyê. Ocalan diyar kir ku derbarê xwişka wan Havva Keser ku jiyana xwe ji dest dabû de axivî ne û dawiyê rewşa cenazeyê zelal bikin û wiha got: "Zarok û malbata wê li ku derê dixwazin bila li wir were definkirin. Mafê me yê vê yekê tune ye. Heke bixwazin emê bibin gund. Ku derê bixwazin emê li wir defin bikin. Ev cenazeyeke normal e. Ew xwişka me ya 70 salî bû. Keseke xwedî ked bû. Havva ji berê de piştgirî dida têkoşînê. Hevalên me li mala xwe vehewandiye. Heta ku ji destê wê hat destek da têkoşîna me. Tevlibûna wê ya têkoşîna me çêbû." Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ji bo tevlibûna merasîma cenazeyê tu daxwazek rêberê gelê Kurd çênebûye.


'Heta dawiyê li dijî DAIŞ'ê têkoşîn´

Li gor agahiyên ku Mehmet Ocalan dan, rêberê gelê Kurd derbarê şerê li Kobaniyê de wiha gotiye: "Gelê me li Kobanê heta dawiyê dê li ber xwe bidn. Li cihê ku DAIŞ hebe dê kurd heta dawiyê têbikoşin. Emê tu tawizê nedin DAIŞ'ê. DAIŞ rêxistineke ku hatiye çêkirin. Kîjan dewlet hikûmet an jî kesên ku destekê didin DAIŞ'ê dê sibe bibe bela serê wan jî. Divê gelê me li ber xwe bidin."

Heta 15'ê Cotmehê dem

Mehmet Ocalan derbarê nirxandinên rêberê gelê Kurd yên li ser pêvajoyê de jî wiha axivî: "Bi taktîkên mijûlkirinê ev pirsgirêk çareser nabe. Divê dewlet li gorî zagonên ku derxstiye tevbigere. Dibêjin pêvajoya çareseriyê. Ev çend sal in nahêlin parêzer bên cem min. Parêzer nayên. Dozên min ên hem hiqûqî û hem jî li dadgehên navneteweyî li DMME'yê hene. Ji bo vê çima parêzer nayên. Ma bi vî awayî pêkan e ku çareserî pêk were?' Ji bo çareseriyê emê heta 15'ê Cotmehê bisekinin. Emê vê yekê ji heyetên tên re ragihînin. Piştî vê yekê tiştekî ku em bikin tune ye. Yanî tiştekî bi navê çareseriyê tune ye. Dibêjin muzakere lê muzaekere li holê tune ye. Ev avahiyeke bê bingehe. Êdî em xwe nikarin li ber vê yekê bigirin û tiştekî ku em bikin nema ye. Dê nemîne jî."

DİHA/BURSA