Bi tevlibûna dehezaran li Qoserê Newroz hat pîrozkirin. Di mîtînga Newrozê de Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag axivî û bang li hikûmetê kir ku werin em bi hevre paketa çekan bi agirê Newrozê bişewitînin.

Li Qosera Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê bi tevlibûna hezaran duh pêk hat. Duh serê sibê li hemû taxên navçeyê agirê Newrozê hat hilkirin û welatî li dora agir kombûn û Newroz pîroz kirin. Gelek welatiyan bandajên “Newroz pîroz be” û “Rêber Apo” li ser xwe girêdan û ketin qadê. Qada Newrozê bi alên YPG, YPJ, PKK, rengên kesk, sor û zer, û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemîlandin.

Li ser dika Newrozê bi tirkî û kurdî pankarata “Newroz pîroz be. Êdî bes e ji Rêberê Apo re azadî” û posterên Rêberê Gelê Kurd hatin daliqandin. Bi hezaran kesên qada Newrozê dagirtin bi armanca şermezarkirina “Paketa ewlehiya hûndir” rûyê xwe girtin û bertek nîşan dan. Li qadê dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “Be serok jiyan na be” û “Bijî berxwedana YPG/J” hatin berzkirin. Piştî girseyê qada dagirtin rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftina vekirinê hat kirin. 

Piştre Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag di Newroza Qoserê de axivî û diyar kir ku Newroza 2015’an bi serkeftina kesên ber xwe dan pêşwazî kirin û wiha got: “Astengiya herî mezin a li pêşiya aştî û çareseriyê çekên dewletê ne. Ya çekên dewletê diparêze ev paketa ewlehiyê ye. Heke hûn çareseriyê bixwazin werin em bi hev re vê paketê bi agirê Newrozê bi şewitînin. Heke hûn bêjin ‘Em naşewitînin’ hûn dizanin. Em dê bişewitînin.” Her wiha li Dêrik û Stewrê jî bi tevlibûna bi dehezaran welatiyan bi coşek mezin Newroz hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de axaftinên ku hatin kirin hat gotin ku heya Rêberê Gelê Kurd azad bibe û Tirkiye bibe Tirkiyeyek demokratîk dê têkoşîna gelê kurd bidome. 

Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê welatî di saetên serê sibehê de ber bi qada Newrozê ve herikin. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên gelerî li bendên kontrolê re çûn qada Newrozê. Li qada Newrozê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên pêşengên PKK'ê, pankartên bi kurdî û tirkî "Êdî bes: Ji Ocalan re azadî" hatin daliqandin. Li qada bi rengên kes, sor û zer hat xemilandin de welatiyan alên PKK, KCK û YPG'ê hildan. Piştî sirûda netewî hat lêdan welatiyê govend geradin rawestan û ji bo kesên di têkoşîna gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.

Li navçeya Dêrîka Mêrdînê bi tevlî bûna 10 hezaran bi coşek bêhemap dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Di şahiyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û KJA hatin daliqandin. Dîsa welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn qad xemiland. Piştî rêzgirtinê pîrozbahî axaftina dest pê kir.


Li Agirî pîrozbahiya bi coş

Li Agiriyê Newroz bi tevlîbûna deh hezran kesan hate pîrozkirin. Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Agirî, rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredarên navçeyan û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn. 

Li qada Newrozê pankaretên Rêberê Gelê Kurd û ji pêşengên PKK’ê Mazlûm Dogan hatin daliqandin. Dema polîsan xwest posteran daxe welatiyan bertek nîşan da û destûr neda vê yêkê. Di pîrozbahiyê de ewil Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik axivî û wiha got: “Ciwanên kurd bi bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin. Kurdan li hemberî zaliman li her derê şer kir. Hemû gelan ezîz û ezîze hene û yên me jî şehîdên me ne.”

Piştre Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek di Newroz Agiriyê de axivî û bertek nîşanî gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên “Pirsgirêka kurd tuneye” da û wiha got: “Erdogan jî dê bi vê hişmendiyê di sergoya dîrokî de cihê xwe bigire.”  


Li Colemêrgê Newroza rengîn

Li Colemêrgê bi dehezaran kes bi coşeke mezin Newroz pîrozkirin. 

Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê ya ku bi dirûşma “Êdî bes e, ji Rêber Apo re Azadî” bi beşdariya dehezerana bi coşeke mezin pêk hat. Bi hezaran kes duh serê sibê bi cilên xwe yên gelêrî li ber avahiya DBP’ê kom bûn û bi dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Kobanê” ber bi qada Newrozê ya ku li taxa Merzanê meş pêk anîn. 

Pîrozbahiya ku bi sirûda “Ey Reqîp” bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, ligel dehezaran kesan, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Adil Zozanî û Esat Canan, endamên PM’yê yên HDP, DBP’ê, hevşaredarên Colemêrg û navçeyên wê, Meclisa Dayikên Aştiyê, CODER û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. 


Li navçeyên Amedê agir geş bû

Li Çinara Amedê jî bi sedan welatî li ber avahiya Şaredariya Çinarê hatin cem û heya avahiya DBP’ê meşiyan. Welatiyan bi boneya şermezarkirina “Paketa Ewlehiya Hundir” bi cil û bergên kurdî tevli meşê bûn. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û KCK’ê hatin daliqandin. Girseyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Kobanê” berz kirin.

Li Farqîna Amedê ji sedan welatî bi boneya pîrozbahiya Newrozê li qada Azîzoglu ya taxa Mescît hatin cem hev. Tevî ku polîsan destûr neda ku welatî pankartan di Qonaxa Azîzoglu ve bidaliqîne jî derdorê alanê hat girtin. Li qada Newrozê posterên Rêberê Gelê Kurd, alên PKK, KCK û DBP’ê hatin daliqandin. Welatî li 3 noqteyên bendên kontrolê de ketin nava qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên xwe yên gelerî qada Newrozê xemiland û bênavber li ber strana govend gerandin.


Li Cizîr û Qilêbanê pirozbahî

Li Cizîra Şirnexê jî duh bi ruhê serhildana 1992’an Newroz pîrozkirin. Welatiyên Cizîrê bi kincên gelerî tevli Newrozê bûn. Hemû esnafên navçeyê jî dikanên xwe girtin û tevli pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran kes qada Çarkendal bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” dagirtin. Bi dehezaran welatiyên qad bi kincên gelerî dagirtin govend girtin. Li qadê alên PKK, KCK, YPG û YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd hatin daliqandin. Dîsa li qadê pankartên “Newroz pîroz be” û “Em meşvanên azadiyê silav dikin” hatin daliqandin. Li her aliyê qadê wêneyên şehîdên Kurdistanê û alên PKK, HPG, YPG û YPJ’ê hatin vekirin. Qada Newrozê bi alên PKK û KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd hat xemîlandin.

Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di çarçevoya pîrozhabiyan de li qada Newrozê serê sibê de hezaran kes bi cil û bergên xwe yên gelerî dest bi pîrozbahiyê kirin. Li Qada Newrozê posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan a li ser “Edî bes e ji Rêber Apo re azadî” nivîsî hat daliqandin. Li qadê pankartên “Çareserî: Azadiya Kurdistan û Rêber Apo ye” û “Serokê azad, Kurdistana azad”, alên PKK û KCK hat daliqandin û diruşmayên “Bijî Serok Apo” û “Ji Serok Apo re azadî” hatin berzkirin. Gelê Qilebanê bi kincên xwe yên gelerî kirin deryaya rengan.


Li navçeyên Rihayê qêrîna azadiyê

Li Hîlvan, Bêrecûk,  Xelfetî ya Rihayê bi dehezaran kes li hev kombûn û agirê Newrozê geş kirin. Di axaftinên ku hatin kirin de hat gotin ku dê îsal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 


Li Kolik ê Newroz

Li navçeya Kolîk a Semsûr jî sedan welatî bi rengên xwe yên kes, sor û zer daketin qada Newrozê. Welatî bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li nuqteyên bendên polîsan re derbazbûn. Li qada Newrozê Posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hatin daliqandin. Heya niha bi sedan welatiyên li qada Newrozê hatin cem hev dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kir.


 NAVENDA NÛÇEYAN