Ji bo balkişandina ser tecrîd û komploya navneeweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd, wê li navendên Ewrûpayê, li gar, park, pir û her deverê resmên Ocalan werin daliqandin. Armanc ew e, bi qasî balê bikişînin ser esareta 21 sal in dewam dike, bi 7665 posterên Ocalan komploya 15ʼê Sibat jî were şermezarkirin. Jixwe li bajarê Marsîlyayê yê Franseyê bi rojane Navenda Çanda Demokratîk a Marsîlyayê, Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û TCŞ navenda bajêr bi wêneyên Ocalan dixemilînin û azadiyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan dixwazin.

 

MARSÎLYA