
Van demên dawî êrişên çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava dewam dikin. Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslim, nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî Rojava û daxuyaniya rayedarên Tirk a "Rojavayê Feradê xeta me ya sor e" da û got, "Li Cerablûsê kî heye, DAIŞ heye. hingê DAIŞ dibe xeta sor."
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslim û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen, hem derbarê van êrîşan de û hem jî derbarê daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk de daxuyaniyên girîng dan.
Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enver Muslîm, diyar kir ku ew wek gelên Tirkmen, Ereb, Kurd, Suryanî bi aştiyane di Kantona Kobanê de bi hev re dijîn, lê ji hêla hêzên serdest ve çeteyên DAIŞ’ê bi hemû amûrên xwe yên hovane êrîşî Kobanê kir. Muslim, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk ya ji bo çeteyên DAIŞ'e û êrîşa 29’ê Mijdara 2014’an ya li Deriyê Sînor a Murşîtpinarê ya DAIŞ'ê jî bibîr xist. Muslîm, anî ziman ku hê di wê demê de wan ji bo êrîşa ku ji ser sînorên Tirkiyeyê pêk hat lêpirsînê xwestiye, lê heta niha jî bersivek nehatiye dayîn.
‘Rayedarên Tirk DAIŞ'ê diparêzin’
Muslîm, bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Cerablûsê ve li ser gelê heremê dike û diyar kir ku di van êrîşên bi çekên giran de bi dehan hemwelatî jiyana xwe ji dest daye. Muslim îşaret bi rayedarên tirk ên wekî “Em nahêlin Cerablûs bikeve”, “Rojavayê Çemê Feradê xeta me ya sor e” kir û got, bi van daxuyaniyan, raste rast parastina DAIŞ’ê tê kirin. Muslim, da zanîn ku dîsa Deriyê Sînor ê Girê Spî di destê DAIŞ’ê de bû, çûn û hatin zêde hebû, lê piştî kete destê gelên heremê ango ya gelên Girê Spî, Tirkiyê di hêla fermî de derî girt û wiha dewam kir: “Niha ji hêla leşkerên Tirk ve bi çekên giran êrîşî gundan, noqteyên YPG’ê û asayîşa parastina gelan dike, tê kirin. Ev yek dê encamên nebaş derxe holê. Divê Tirkiye vê yekê ji bîr neke, heke DAIŞ li vir bi ser keve dê derbasî Tirkiyeyê bibe û bibe belaya serê wan.”
‘DAIŞ ji bo Tirkiye jî xeter e’
Muslim, bal kişand ser piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ’ê û diyar kir ku bi dehan çete hene ku dema ji sînorê Tirkiyeyê derbas bûne di encama şer de hatine kuştin û her wiha bi dehan ji wan jî di destê wan de ne ku bi piştgiriya Tirkan derbas bûne û xwestine çalakiyan pêk bînin. Muslim, debarê DAIŞ'ê de Tirkiye jî hişyar kir û got: “Nêzî 80 milyon nifus, bi dehan bajarên mezin ên Tirkiyeyê hene, dîsa xwedî aboriyeke xurt e. Eger DAIŞ bikeve vir, dê hemû bikevin xeterê û aramiya gelan ji holê rabe. Ji ber vê yekê jî divê rayedarên dewlet û hikumeta Tirkiyeyê siyaseteke aştiyane û wekheviyê bimeşîne.”
‘Em ê li hember êrîşan bêdeng nemînin’
Muslîm, diyar kir ku di demên dawî de li heremê, Hêzên Suriyeya Demokratîk ava bûne û di nava wan de Hêza Alaya Selçukiyan ku ji Tirkmenan pêk tê, Hêzên Senadît a ji Ereban, Hêza Sotoro ya ji asayişa Suryaniyan, YPG/YPJ ku yên Kurdan û parastina tevahiya heremê dike, bi tevahî 13 hêzên cur bi cur hene. Muslim, destnîşan kir ku bi van hêzan xebat û projeyên wan ên ji bo demokratîkbûna Suriyeyê hene û weha peyivî: “Lê ev xebatên me ne li hember cîranan in, bi tevahî ji bo aştî, wekhevî, aramiyê ne, ji bo wê ne ku gelên Rojava û Suriyê bê tirs vegerin ser axa xwe. Her wiha çi gavên ji bo aşitiyê bên avêtin, em ji hêla xwe ve piştgiriyê didinê, lê ev nayê wê wateyê ku li ber êrîşên li dijî me em ê bêdeng bimînin. Em dê li hember êrîşan bêdeng nemînin.”
‘Xeta sor a Tirkiye DAIŞ e’
Muslim, bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a “Rojavayê Çemê Firatê xeta me ya sor e” û got: “Niha em lê binêrin, qala kîjan wirdetirê Firatê dike. Cerablûs e, di Cerablûsê de kî heye DAIŞ heye. Ev xeta sor ku qalê jî dike, naxwe DAIŞ e, û DAIŞ dibe xeta sor, em vê jî qebûl nakin. Lewra DAIŞ hemû cîhan dizane destê wî di xwîna deh hezaran mirovan de heye, destê xwe di xwîna hemû gelên Suriyeyê heye, destê xwe di xwîna komkûjiya Parîsê heye, di Enqereyê de heye, tu çawa dikarî wê biparêzî, divê neyê parastin. Ev polîtîkayeke xelet e.”
‘DAIŞ li ku be em ê dest werdin’
Muslim, li ser bajarên ku çeteyên DAIŞ´ê li wan bicih bûne jî rawestiya û got: “Em gelên li Suriyeyê ne, biryarên derbarê li ser Suriyeyê de jî em ê, ango gelên li Suriyeyê wê bidin. Bi tevahiya gelên li Suriyeyê, bi hemû rengên xwe yên heyî, bi zimanên heyî, bi ol û baweriyên heyî çi ji bo Suriyeyê aramî, aşitî û wekheviyê bîne, em pê dizanin û em ê biryarê bidin. Em guncaw nabînin ku Tirkiye daxilê karê me jî bibe. Ji ber vê yekê derên ku DAIŞ lê hebe, em û gelên li Suriyeyê vê biryarê digirin ku ji asta tehdîtê derxin. Kes nikare DAIŞ’ê biparêze, yên dibêjin, em DAIŞ’ê diparêzin, bila derkevin, aşkere vê bibêjin. DAIŞ li kîjan deverê hebe, wek e Cerablûs, Reqa, Minûcib, li Babê, li ku deverê hebe bila hebe, em wek e hêzên Suriyeyê ya Demokratîk, wek e xweseriya demokratîk, wek hêzên heremî yên demokratîk, me biryar daye di hundirê Suriyeyê de DAIŞ li ku derê hebe em ê mudaxele bikin.
‘Kes nikare ji derve mudaxilê hundirê Suriyeyê bibe’
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen jî derbarê êrîşên li ser sînor û daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ji xwe rayedarên Tirkiyeyê ji avabûna Xweseriya Demokratîk a Rojavayê ve heta niha bi daxuyaniyên xwe yên cur bi cur nerazîbûna xwe ya li hember vê modelê tîne ziman û hêj jî dewam dike. Şex Hesen, anî ziman ku van sê salên dawî, weke rêveberiya xweser a Rojava ji milê Endiwarê Efrînê sinoran ew diparêzin. Şêx Hesen, destnîşan kir ku di nav vê demê de wan sînorê Tirkiyeyê jî parastiye û wiha pê de çû: “Di nava van deman de rojekê jî ne tiliyeke leşkerên Tirk xwîn bû û ne jî nexweşiyek çêbû. Lê rayedarên Tirk bi vî rengî li me nanêrin, bi awayekî dijmin li me dinêrin. Ev polîtîkayeke ne rast e. Em dikarin parastina xwe ya rewa esas bigirin, ev mafê me ye. Êdî ji niha û pê de dê Hêza Suriyeya Demokratîk ku hemû pêkhateyên gelan di nav de hene li ser vê mijarê bisekine. Em jî hêzeke vê yekîneyê ne, ji ber vê yekê kes nikare mudaxilê hundirê Suriyê û ya li ser sînorê Rojava bibe.”
‘Xeta sor hundirê Suriyê ye’
Şêx Hesen, bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê ya “Rojavayê Çemê Firatê xeta me ya sor e” û ev got: “Niha her car Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan derdikeve, nizanim 'Ev der qedexe ye, ev der xeta me ya sor e’ nizanim 'ev der xeta gewr e.' Ev cihên ku behsa wan dike, di nava sînorê Suriyeyê de ne, kes nikare dest werde. Biryarê dê hemû pêkhateyên Suriyeyê bidin, mudaxele jî bike dê ew bixwe bikin. Ev hêz kengê, çawa bixwazin, ew ê mudaxele bikin.”
ERDOGAN ALTAN / DÎHA/KOBANÊ