Li bajarê Reîms ê Fransayê, ciwanên Kurd buroya rojnameya Union dagir kirin û banga hişyarî û berpirsyariyê li raya giştî kirin. Di çalakiya ku nêzî 40 ciwan beşdar bûn de, ji bo destekkirina Kobanê ji hêzên navneteweyî hat xwestin ku bikevin nava tevgerê. Li Marsîlyayê jî, li dû meşa bi beşdariya zêdeyî sê hezar kesî, çalakiya nobedê dewam dike. Di çalakiya nobedê ya bi beşdariya hejmarek zêde welatparêzên Kurd de, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û ziyaretvan di mijara Kobanê de hatin agahdarkirin.

´Pêvajoyek nû ye´
Li Başûrê Fransa bajarê Draguîgnanê, li ser mijara Kobanê semînerek hat lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Îdrîs Guzel ê li semînerê axivî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê wê li Kobanê bi ser nekevin û banga piştevaniyê li tevahiya Kurdan kir. Guzel diyar kir ku gelê Kurd ê li Kobanê di nava berxwedaneke topyekûn de ye û got, "Gelê me îro li Kobanê di nav berxwedanekê de ye. Çeteyên DAIŞ'ê û piştevanên wê dê li Kurdistanê bi ser nekevin. Û wê hemû planên wan pûç bibin. Divê her kes vê bi vî rengî zanibe." Guzel bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo xwedîderketina li Kobanê dakevin kolanan.

´Hîn zêdtir çalakî´

Kurdên li Nurnbergê dijîn jî, li ser êrîşên DAIŞ'ê civîneke gel lidar xistin. Di civîna bi beşdariya zêdeyî 200 Kurdistanî û dostên wan de biryara piştevaniya gel û şervanên Kobanê hat dayîn. Di civînê de hat ragihandin ku li hemberî êrîşên li dijî Kobanê, divê Kurdên li Ewropayê bêtir karibin xwe bigihînin raya giştî. Bi pêşengiya Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk li Brîtanyayê, bi beşdariya 2 hezar Kurdistanî û dostên wan li Bakurê Londonê meşa piştevaniya Kobanê hat lidarxistin. Çalakî li herêma Edmonton a Bakurê Londonê pêk hat. Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê civîneke gel hat lidarxistin. Civîna ji aliyê FEY-KURD'ê ve hat lidarxistin bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan pêk hat. Di civînê de çalakgerên di greva birçîbûnê de jî amade bûn.

Li ber NY çalakî

Li paytexta Japonya Tokyoyê jî, çalakiya piştevaniya Kobanê hat lidarxistin. Çalakiya ji aliyê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ve hat organîzekirin, li ber nûnertiya NY ya li herêma Shinbuya ya Tokyoyê pêk hat. Di çalakiyê de Kurdên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li Japonyayê û oldarên Japon amade bûn. Çalakgeran bi Japonî û Kurdî dirûşmên "NY cihêkariya nîjadî neke", "NY alîkariyê bide Kurdan", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Şengalê", "Bijî YPG, PKK", "Bijî Berxwedana Kurdistanê" qîriyan.

NAVENDA NÛÇEYAN