Aldar Xelîl ji ajansa ANHA`yê re teqez kir ku ew ê ti carî avakirina “herêmeke ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê din bin serweriya dewleta Tirk de qebûl nekin.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl derbarê avakirina “herêmeke ewle” de ku ji aliyê serokê Emerîkayê Donald Trump ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşniyazkirin, ji ANHA`yê re axivî.
Aldar Xelîl got, ew ti carî qebûl nakin ku “herêmeke ewle” ji aliyê dewleta Tirk ve were avakirin. Wî her wiha teqez kir ku Tirkiye tehlûke ye li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû herêmên ewle, û divê bi garantoriya navdewletî herêm ewle be.
QAMIŞLO