Li gorî agahiyan herêma Radyolînk a taxa Dumlupinarê ya Tetwanê weke qada leşkerî hate bikaranîn. Welatiyê bi navê Yakup Şeflekçî dema ku ji bo malê çêbike dest bi kolandinê kir taseke serê mirovan û perçeyên hestiyan peydakirin. Şeflekçî, piştî tasa serî û hestî dîtin kolandin rawestand û agahî da polîs û leşkeran. Di lêkolîna yekîneyên hatin cih bûyerê pêk anîn de derket holê hest ayîdî mirovan in. Piştî hestî derketin holê li qadê kolandin hate rawestandin û Dozgeriya Komarê ya Tetwanê jî têkildarî mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê hestî ji Saziya Tipê ya Edlî re şandin. Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê û Rêveberê MEYA-DER'ê Nîhat Oruç jî li qadê lêkolîn kirin. Ceylan û Oruç, bi dozger û şahidên bûyerê re hevdîtin kirin û têkildarî mijarê de agahî komkirin.

Îdîaya gora komî
Piştî lêkolînê Nûnerê ÎHD'ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan daxuyaî da û diyar kir ku li qad hestî lê hatin dîtin berê qada di bin kontroleke gelek dijwar de dihate gitin bû. Ceylan, anî ziman ku piştî vê bûyerê gumana li qadê goreke komî heye, pêk tê. Ceylan, da zanîn ku ew dê têkildarî mijarê de hewildana bikin û wiha got: "Di salên 90'an li Bedlîs, Tetwan û Motkiyê endamên JÎTEM, cerdevan û îtîrafkaran gelek bûyerên înfazê kirin û cihên bûyerê ji me re vegotin. Heta niha me 350-400 gorên komî tesbît kirin. Em dê têkildarî hestiyên îro li vir derketin hemû hewildanan bikin."

BEDLÎS