Li Hesekê li Goristana Şehîdên Suryan, şehîdên Suryan hatin bibîranîn.
Merasîma bibîranînê li Goristana Şehîdên Suryan a bajarê Hesekê hate lidarxistin. Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariyê ya Suryan (Sotoro) Ebker Dawud li vir axivî û got, “Gelê Suryan di dîrokê de rastî qetilaman hat, di wê demê de nedikarî parastina xwe bike, lê îro bi saya xwîna şehîdan, me hêz girtiye, em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê heta dawî şopdarên xeta wan bin.”
Rêvebera Partiya Yekitiya Suryan, Ebîr Îlya Jozef jî axivî û got, “Şehîdên Beyt Nehrên şehîdên azadiyê ne, ji bo azadiya gelan xwe feda kirin, em amade ne bidin ji bo ku hebûna xwe misoger bikin.”
Di dawiya bibîranînê de find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.
ANHA/HESEKÊ