Êrişa xwekujiyê saet 19.45’an li nêzî firina Sala ya li taxa Salihiyê pêk hat. Di êrişê de pirraniya wan welatiyên di dora kirîna nên de, 20 kesan jiyana xwe ji dest da. Welatiyên ji êrişê bi birîndarî filitîn, dan zanîn ku kesek bi motorbisiklêt hatiye nêzî firinê û piştre jî bi peyatî ketiye nava welatiyan û xwe teqandiye.

Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Wetenî, Hitmê û Leşkerî.  


Li Hesekê 3 rojan şîn hat îlankirin

Meclîsa Gel a bajarê Hesekê ji bo rêzgirtina li hemberî giyanê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî, 3 roj şîn îlan kir.

Meclîsê bang li gel kir ku li ti cihan li hev kom nebin, tu rengên pîrozbahiyan li dar nexin, bi hêzên Asayîşê re alîkar bin. Meclîsê ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.


Firina Sala îro bixebite

Firina Sala ku bû hedefa êrişa xwekujî, hate paqijkirin û bermahiyên teqînê jê hatin rakirin. Rayedarên komîteya zimhêr a Hesekê destnîşan kir ku sibe (îro) firin wê careke din dest bi karê xwe bike. 


 HESEKÊ






KONGRA GEL: Lenet li komkujiya li Hesekê bê


KONGRA GEL komkujiya li Hesekê şermezar kir û got, divê tedbîrên ewlekariyê bên zêdekirin. Di daxuyaniyê de banga piştgiriya civakî jî hat kirin.

Hevserokatiya KONGRA GEL, li ser qetilkirina sivîlan a li Hesekê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KONGRA GEL sersaxî ji malbatîn kesên jiyana xwe ji dest dayî û şîfa xêrê jî ji birîndaran re xwest û got,  "Em, li keriyê barbarên qetlîamker DAIŞ'ê û hêzên qirkirinê yên destekê didin DAIŞ'ê û ew li serê gelên me kirine bela, lenetê dikin. Ev komkujiya li hemberî jin, zarok û sivîlan careke din nîşan dide ku DAIŞ û welatên destekê didin wê, zerara herî mezin li Îslamê û gelên Misilman dikin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî serketinên hêzên QSD'ê yên li Minbic û derdora wê ketine nava panîkê, çi qasî ji herêmê tên paqijkirin, ewqasî jî hewl didin li herêmên din ên di bin kontrola YPG, YPJ û QSD'ê de êrişên bi vî rengî bikin û bi vî rengî pêngavên li dijî xwe bisekinînin an jî kêm bikin."


'Tedbîrên xurt ên ewlekariyê divên'

KONGRA GEL ji Rêveberiya Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê xwest li hemberî komkujiyên bi vî rengî yên DAIŞ´ê tedbîrên xurt ên ewlekariyê bigire û weha dewam kir: "Di serî de hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC), girîng e hemû hêzên bi erka ewlekariya gelên me radibin, di vê demê de bi her awayî tedbîra bigirin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN