
Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya bajarê Hesekê bi armanca geşkirina aboriya civakî, amade-kariya vekirina kargeheke savarê li bajêr dike.
Odeyê ji 26′ê meha Adarê ve, bi rêya koparatîfeke hevbeş, dest bi vekirina kargeheke savarê kir. Armanca vê yekê, bipêşxistina aboriya civakî ya herêmê taybet di warê çandinî û pîşesaziyê de ye û pê re peydekirina derfetên kar e.
Kargeh bi beşdariya 700 kesan (her yek bi 100 dolarî beşdar bûye) niha tê lêkirin û 5 Endamên Odeyê ji bo rêvebirina vê projeyê hatin erkdarkirin. Kesên ku dixwazin beşdar bibin, dikarin miracaet bikin.
Ji bo projeyê erd li ser rêya Hesekê û bajarokê Sefiya hat veqetandin û komîteya ku projeyê bi rê ve dibe, dest bi xebatên lêkirina kargehê kir. Tê payîn ku kargeh 1′ê Çiriya Pêşîn bikeve xizmetê.
Hevserokê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya bajarê Hesekê Ehmed Xidir got, ″Em dixwazin aboriya civakî dûrî keysbaziyê bi pêş bixin û bi rêya koparatîfên hevbeş, têkîliyên civakî xurt bikin. Niha qata yekem bi dawî bû. Piştî ku lêkirin bi dawî bibe û alavên pêwîst lê bêne bicihkirin, dê kargeh 1′ê Çiriya Pêşîn wê bikeve xizmetê.″
ANHA / HESEKÊ