Koperatîfa jinan heta niha ji sedî 70 salçeyên ku çêkirine, firotine.

Endama Rêveberiya Kongra Star Enûd Qero axivî û destnîşan kir ku wan ev proje vekirine da ku aboriya jinê xurt bikin.  Enûd li ser projeyê jî wiha axivî: ”Em bi hev re dixebitin. Em bi ruhekî hevaltî û bi moralekî bilind kar dikin, da em projeya xwe biser bixin. Armanca me ew e ku em îsbat bikin ku jin  dikare bi xwe kar bike û berhemekî bide û di hemû qadên jiyanê de, xwe birêve bibe.”


ÎHSAN EHMED/ANHA/HESEKÊ