DILSOZ DILDAR/ HOGIR NECAR / ANHA/HESEKÊ
Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Navenda Klînîkên Nexweşxaneya Gel vekir. Navend wê bê pere xizmetê xelkê bike.
Navend ji navendên nexweşiyên dil, hundirîn, guh, çav, lêzmok, hestî, çerm, nexweşiyên jinan, neştergeriya giştî, zarok, sinîr û diranan hatiye amadekirin.
Navend ji bilî roja Înê rojane ji saet 8:00’ê sibehê û heta 15:00’yan dixebite.
Endamê rêveber ê Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Laleş Şêxo destnîşan kir ku navend ji hemû aliyan ve ji derman, alav û bijîşkan hatiye amadekirin da ku xizmeta şêniyan bike.
Bi dehan nexweş hatin dermankirin
Tevî ku navend nû hatiye vekirin jî lê dîsa rojane bi dehan nexweşan pêşwazî dike. Endama rêveber a navendê Ceylan Selman got: “Di destpêkê de hejmara nexweşan kêm bû lê niha rojane em 60 nexweşan pêşwazî dikin.” Ceylan destnîşan kir ku haletên ku herî zêde pêşwazî dikin, nexweşên dil û hundirîn in.