Piştî bidawîkirina avakirina goristana şehîdan a bajarê Hesekê, Saziya Malabatên Şehîdan bi merasîmekê Pakrewageha şehîdan a bi navê Şehîd Dijwar li gundê Dawûdiyê yê girêdayî bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de bi dehan malbatên têkoşeran, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrî, partiyên siyasî, saziyên civaka Sivîl,  Hêzên Asayîşê, Yekîneyên Parastina Gel YPG/YPJ’ê, Meclîsa Biratiya Gelan, Meclîsa Şêwirmendiyê ya pêghateyên bajarê Hesekê û bi hezaran şêniyên welatiyên herêma Cizîrê duh li pakrewangeha Şehîdan amade bûn. Pakrewangeh bi wêneyên têkoşer, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên Kurdî û kulîlkan hatibû xemilandin.

Di destpêka merasîmê de deriyê pakrewangehê ji alî dayîk û bavê Endamê Asayîşê têkoşer Dijwar û xuşka wî Şervana YPJ’ê Mediya Îssa  ve di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi têkoşeran re hate vekirin.


'Ji bo azadiya gelan têdikoşin'

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û tûraneke leşkerî ji aliyê Şervanên YPG/YPJ’ê ve li darxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Hesen û Serokê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Rêzan Gulo, Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Nêrgiz Dêrik, li ser navê pêkhatiyên Ereb Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş û li ser navê Yekîtiya Star Şêrîn Oso,  li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Kobanê Ehmed Şêxo axaftin hatin kirin. Axaftvanan gotin: “Ev bêtirî sî sal in bi lehengî û qehremanî ji bo azadiya gelan têdikoşin. Avakirina vê pakrewangehê yek ji biryarên Desteya Malbatên Şehîdan ku cihekî layîq û pîroz ji bo têkoşeran  ava bike.”

Her wiha li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Rêverberiya Xwesriya Demoratîk a Herêma Cizîrê Hekem Xelo, 

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Ekerm Hiso vekirina pakrewangehê li hemû evîndarên azadiya û malbatên têkoşeran pîroz kirin.

Fermandarê YPG Lewend Efrîn axivî û da zanîn ku ji ber ku ew şopa têkoşeran dişopînin, çiqas êrîş bi ser wan de werin, hêza wan xurtir dibe û wiha anî ziman: “Misogeriya jiyana azad xwîna şehîdan e.”

Lewend Efrîn di dawiya axaftina xwe de li ser navê şervanên YPG’ê soza şopandina riya têkoşeran dubare kir. Piştî axaftinan girseyî gel di nava gorên têkoşeran re geriyan û kulîlk danîn ser gorên wan. Di merasîmê de wêneyên têkoşeran bi pêşegehekê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan hate nîşandan.

Di dawiya merasîmê de sersaxî ji malbatên têkoşeran hate xwestin û stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin. Di Pakrewangehan şehîd Dijwar de 47 gorên têkoşeran hene. Têkoşer Dijwar Îssa Endamê Hêzên Asayîşê yê bajarê Hesekê ji pêkhateya Ermenî ye û di encama teqînêke de di tebaxa 2013’an de jiyana xwe ji dest dabû. Têkoşer Dijwar yekemîn Têkoşer li vê goristanê tê spartin. Xwîşka wî Şervana YPJ’ê Mediya Îssa bi sedema qezayekê  di tîrmeha 2014’an de jiyana xwe ji dest da.


BÊRÎVAN BEYAR/ANHA/HESEKÊ