Di nava kesên tevlî perwerdeyan bûne, welatiyên ji pêkhateyên din jî hene. Şaxa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Hesekê ku 50 endamên wê hene, di nava 2 salan de zêdetirî hezar kesan perwerde kirine. SZK ji bo perwedeya zimanê Kurdî li Navenda Zanist û Perwedeya Jinê, Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Navenda Ciwanên Şorşeger û navendên zimanê Kurdî ku li gundên derdorê hatine vekirin, kursan dide. SZK’ê di vê demê hezar û 150 kes fêrî zimanê Kurdî kirine û bawername li wan belav kirine. Rêveberê SZK’ê ya Hesekê Mistefa Îsa da zanîn ku armanca wan fêrkirin û perwerdeya zimanê dayikê ye. Mistefa îsa got ku ew li kêleka dersên ziman dersên çand û dîroka Kurdistanê jî didin. Îsa da zanîn ku ji bilî Kurdan gelek şagirtên ji pêkhateyên din ên bajêr jî tevlî perwerdeya zimanê Kurdî bûne. Mele Îbrahîmê 84 salî yek ji şagirtên zimanê Kurdî ye. Mele Îbrahîm asta yekemîn bi dawî kiriye û fêrî xwendin û nivîsandinê bûye. Mele Îbrahîm kêfxweşiya xwe anî ziman û ji hemû welatiyên Kurd xwest ku fêrî zimanê dayikê bibin.

ANHA/HESEKÊ