Piştî ku pêr hêzên rêjîmê êrîşî banda kontrolê ya hêzên Asayîşê kirin û di encamê de hêzên Asayîşê û hêzên YPG’ê besiva êrîşan dan. Di encamê de di navber hêzên asayîşê, YPG û YPJ’ê ji aliyekî ve û hêzên rêjîmê û alîgirên wan ji aliyê din ve şer û pevçûnên dijwar derketin. Di encama pevçûnên ku heta saetên şevê dewam kirin de 20 endamên rêjîmê hatin kurştin û ji 15 zêdetir birîndar bûn. Hate gotin ku birîndarên rêjîmê birin nexweşxaneyên Şabo, Îsam Bexdê û Hikmê yên bajarê Heskekê. Her wiha hêzên YPG’ê ku opersyon li herêmê dan destpêkirin navenda Avê ya li taxa Ezîziyê, çerxeriya navenda agir kujê û keraca bajêr ên taxa Til Hecer û riya sîna ji destê hêzên rêjîmê rizgar kirin.

Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di pevçûnan de 5 şervanên YPG’ê û Asayîşê jiyana xwe jidest dane. Navenda Ragihandina Asayîşa Rojava eşker kir ku endamê wan Eymen Ibrehîm jiyan xwe jidest dabû.

Hêzên rejîmê 5  sivîl revandin

Hêzên rejîma Baasê 5 welatiyên Kurd ên sivîl li bazara bajarê Hesekê revandin û êrîşî dikanên welatiyên Kurd ên di bazarê de kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin beriya niha bi saetekê hêzên Parastina Niştimanî yên girêdayî rejîma Baasê (Rû girtî) 5 welatiyên Kurd li bazara bajarê Hesekê revandin û êrîşî dikanên kurdan ên di bazarê de kir. Ji van dikanan Studio Heval a wênekêşiyê bû û hemû alavên dikanê şikandin.
Li gorî agahiyan, navên welatiyên sivîl ên hatine revandin ev in: Siûd Salih Hesen xwediyê dermangehekê ye, Seyfedîn Selman xwediyê dikana firotina cilan e, Bahoz Ebdurehman xwediyê Dikana Êndîwar, Îmad Salih Xelef xwediyê pêşengeha El-Selam, Ebûd Mihemed Xişo jî dema ku di kolana Felistînê ya di nava bazara navendî ya bajar re derbas dibû hate girtin. 

HESEKÊ 




Li Kobanê pevçûn

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Kon Eftar ê başûr-rojavayê herêma Kobanê kirin û rastî besivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê hatin. Hate gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan hene. Navenda Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku şevê din saet di 02.00’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Kon Eftar ê başûr-rojavayê herêma Kobanê kirin û rastî besivdayîna şervanên YPG/YPJ’ê hatin. Di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn rûdan û heta saetên serê sibê dewam kirin.
Navenda YPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnan kuştî û birîndarên DAIŞ’ê hene.

KOBANÊ




Li dijî Rojava planên xetere hene


Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Gel a Rojava- Herêma Kobanê Ehmed Şêxo diyar kir ku Tirkiyê û PDK'ê li dijî şoreşa Rojava planên hevpar didin meşandin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li gundê Berx Botan a Kobanê civîna gel lidar xist. Civn bi tevlîbûna dehan kesî bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Gel a Rojava- Herêma Kobanê Ehmed Şêxo axivî û got ku siyasetên li dijî şoreşa Rojava ji aliyê Tirkiyê û PDK'ê ve têne lidarxistin û wiha got: ''Bi hemû derfetên xwe dixwazin şoreşa Rojava têk bibin.'' Şêxo, destnîşan kir ku gelê Kurd tevlî derfetên xwe yên kêm ji Kobanê destpê kir û piraniya herêmên Rojava ji destê rêjîmê rizgar kirin, her wiha êrîşên çeteyan jî têk birin. Ehmed Şêxo, destnîşan kir ku gelê Kurd dê bi hemû derfetên xwe bersiva hemû planên li dijî îradeya gelê herêmê bibin û herêmên xwe biparêzin.
Şêxo di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran dan.

KOBANÊ