ŞEVÎN HESEN/NESRÎN ELÎ ANHA/HESEKÊ Yekitiya Suryanî û bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo ku zimanê dayikê (Suryanî) fêrî zarokan bike 2 peymangeh bi navên Qin El-Şin û Olf Taf vekirin. Yekitiya Suryan di Hezîrana 2018’an de li kolana eskerî ya Hesekê, peymangeha Qin El-Şin vekir. Di peymangehê de zarok fêrî zimanê Suryanî dibin û beşdarî gelek çalakiyên vehesînê jî dibin. Ji ber beşdariya baş a zarokan ji bo fêrbûna zimanê Suryanî, Miryam Milk diyar kir ku wan tevî peymangeha Qin El-Şin, peymangeha Olf Taf li taxa El-Nasra ya bajarê Hesekê vekir. Hejmara zarokan di peymangeha Qin El-Şin de gihaşt 60´î û li ya Olf Taf jî hejmar 70 ye. Her wiha Miryam destnîşan kir ku di dawiya dewreyê de wan bawername û xelat li zarokan belav kirine. Di dawiyê de berpirsa peymangeha Qin El-Şin Miryam Milkî got, “Bi armanca belavkirina ziman û çanda Suryan, em amadekariyên perwerdekirina gelek mamosteyan dikin.” Fitne û fesadiya rejîmê Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêjîma Sûriyeyê di van demên dawîn de û ji ber girtina dibistanên Suryanî yên girêdayî rêjîmê bi biryara Desteya Perwerde û Fêrkirinê û erêkirina Yekitiya Suryan, xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên bajarên Qamişlo û Hesekê de derxe.