
Ev çend rojin ji nişka ve hêzên rejima Sûriyê êrişî bajarê Hesekê kirin. Ev jî bi xwe re fikara dewlet li pey lîstikan e, anî hişê mirovan. Derbarê van êrîşên rêjîma Baas li ser gelê Kurd li bajarê Hesekê de Sekreterê Partiya Demokratîk ya Kurd li Sûriyeyê El-Partî Nesredîn Îbrahîm ji ajansa ANHA’yê re axivî. Îbrahîm got ku bûyerên li Hesekê diqewimin, peyameke hişyariyê ye ji bo gelê Kurd. Îbrahîm derbarê êrişên li bajarê Hesekê diqewim de wiha got: “Ji ber ku Kurd xwediyê şoreşa rastin û daxwaza azadiyê û demoqrasiyê dikin êriş pêk tên. Kurd xwedî hêzeke leşkerî ne û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gelê herêmê û destkeftiyên Rojava diparêze.
Rejim bi tenê nîne
Îbrahîm diyarkir ku êrîşên hêzên rêjîma Baas li ser gelê Kurd li bajarê Hesekê pêk tîne, peyameke hişariyê ye. Îbrahîm destnîşan kir ku ev êriş jî ji ber ku li bajarê Hesekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk heye û gel xwe bi xwe rêve dibe, pêk tên. Îbrahîm destnîşan kir ku ev peyama hişyariyê ne tenê ji aliyê Sûriyê ve, ji aliyê dewleta Îranê û hevalbendên wan ve ye. Îbrahîm wiha domand: “Ev mesaj ne tenê ji Rojva re ye. Di demeke ku pevçûn li parçeyên din yên Kurdistanê jî rû didin pêk tê. Rejîma Baas (Miqeneîn) û hevalbendên wê naxwazin ku gelê kurd armancên xwe pêk bîne û bigihîje azadiya xwe.”
Ji hêza Kurdan ditirsin
Îbrahîm got ku armanca êrêşên rêjîmê li bajarê Hesekê afrandina tevleheviyê li herêmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aramca rêjîmê li bajarê Hesekê çêkirina tevleheviyê ye. Sedema helbijartina bajarê Hesekê ji ber wê ye ku Hesekê bi mozayîka xwe ya civakî tê nas kirin û li wê derê hemû pêkahteyên herêmê Kurd, Ereb, Asûr û Siryan jiyaneke hevbeş di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi hev re dijîn.” Îbrahîm balkişand ser civîna ku kê di rojên pêş de ji bo peydakirina çareseriyekê ji qirîza Sûriyê û herêmê re li paytexta Rûsiyayê Moskoyê were li darxistin.
Civîna Moskovayê girîng e
Îbrahîm di vê mijarê de jî wiha got: “ Bê guman beşdarbûna Kurdan di civîna Moskoyê de dê ber çav be. Rêjîma Baas a şovenîst û oposisyona Sûriyê naxwazin Kurd îradeya xwe ya azad di civînên bi vî rengî de temsîl bikin. Di van pêvajoyên hestiyar de dixwazin tevlehevî û fitna derbixin. Her wiha hewil didin ku rastiya Kurdan di civaka navnetewî de berovajî bikin.” Di dawiya axaftina xwe de Sekreterê Partiya Demokratî Kurdî Sûrî (El- Partî) Nesredîn Îbrahîm got ku ew hêvî dike ku ev qirîza herêmê bi aştiyane çareser bibe û gelê Kurd bi aştî û aramî bijî û şoreşa xwe bidomîne.
ANHA/QAMIŞLO