Li navçeya Batmanê Heskîfê bi sedan şikeftên nû hatin dîtin ku li 5 tebeqeyan hatine dabeşkirin. Dewleta Tirk a dagirker ev bi dehê salan e ku dixwaze bi avakirina Bendava Ilisû (nêzî gundê Germavê) ku hê avakirina wê didome, bike ku av bide ser Heskîfê. Ha li heman Heskîfêm niha jî di bin axa bi sedsalane weke baxçe dihate bikaranîn, bi sedan şikeftên nû yên li 5 tebeqeyan hatine belavkirin hatin dîtin.

Ji ber ber Bendava Ilisû ya ku temenê wê dê 50 sal bin û li ber peravê Çemê Dicle hatiye avakirin, Heskîf a ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye wê tine bibe; ji xwe ev pêvajo roj bi roj wê tine dike. Di dema xebatên avakirina bendavê de bi sedan şikeftên nû hatin dîtin.

Li herêma ku li Taxa Saha cih digire û bi dehan sal e weke baxçe tê bikaranîn, di dema xebatên kolan û rakirina xirbeyan de ji sedan zêdetir şikeftên nû yên li 5 qatan yan jî tebeqeyan belavkirî, derketin holê. Wêneyên têkildarî şikeftên nû hatin dîtin, ji aliyê welatiyên herêmê ve li ser tevnên civakî hatin belavkirin.

Ev şikeftên ku bi hezarê salan e di bin axê de ne, tevî hemû nerazîbûnan jî ji ber xebatên bendavê, wê mîna gelek berhemên din di bin avê de bimînin. Jixwe dirûvê rastî yê dagirkeriya dewleta Tirk xwe di vir de careke din dide piştrastkirin: qirrkirina gel, çand, ziman û dîroka Kurdistanê.

 ÊLIH