Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) bang kir, ku qurbanên di Cejna Qurbanê de werin dayin ji bo malbatên hewce yên li hemû parçeyên Kurdistanê bêne şandin. HSK´ê li ser malpera xwe ya înternetê bang kir û ji bo qurban ji malbatên hewce re bên şandin agahiyên teknîkî dan. HSK´ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku qurban, parvekirina êş û kedera kesên xizan û muhtac e û wiha dewam kir: “Qurban; bawerî, biratî û geşkirina dilê zarokên li benda alîkariyê ye. Heyva Sor a Kurdistanê îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê bişîne ji koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê, bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê yên wêrankirî, mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê, mexdûrên şer yên li Xûrmatû û Daqûqê re.” Xelkê xwe ji bîr nekin HSK´ê îşaret bi muhtacên li van deveran kir û wiha dewam kir: “Ji bîr nekin, îro bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê û bi deh hezaran şêniyên Nisêbîn, Şirnex, Gever, Sûr, Cizîr, Silopiya û Hezexê, deh hezaran mexdûrên erdhejê yên li Kirmaşan û Serpêla Zehawê, hezaran mexdûrên şer ên li Xûrmatû û Daqûqê li benda alîkariya we ne. Xêrxwazên hêja; Hûn dikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê qurbanên xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan xweş bikin.” HSK´ê îsal buhayê qurbanekê weke 150 euro diyar kir û da zanîn ku agahiyên li ser kampanyayê yên berfireh dikarin li ser malpera wan bn peydekirin: http://www.heyvasor.com/ku/kampanyaya-qurbane/ NAVENDA NÛÇEYAN