Li Hewlêrê pêşangeheke wêneyan ya zarok û jinên di zindanan de hate nîşandan. Wezîra Kar û Barê Komelayatî ya Başûrê Kurdistanê Kiwêstan Mihemed di pêşangehê de da zanîn ku di hepsan de xwe fêrkirina karê destan dewam dike û di heman demê de ji bo girtiyan jî ev dibe rêyek da ku debara xwe bikin. Di hepsên jinan û zarokan yên Hewlêrê de zêdetirî 200 jin û zarokî hene.
ROJNEWS/HEWLÊR