Gerînendeyê Lêkolînên Cîh û Warên Çandî û Geştî li navçeya Hewraman a ser bi parêzgeha Sine, Emîr Seîdmûçsî 9´ê Nîsana 2016´an ragihand: “Ew gundên ku li navçeya Hewramanê hatine dîtin, dîroka wan vedigerê bo 4 heta 5 hezar sal berî zayînê.’’
Li wî gundî, berhemên ji axê û amûrên ji kevir hatine çêkirin, û cîh, war û avahî hatine dîtin.
Dikare gelek tiştan biguherîne
Li gorî gotina Seîdmûçsî, heta niha cîh û warên wekî wê yên dîrokî li herêma Hewramanê nehatine dîtin. Ji ber vê, ew gund dikare gelek zanyariyên girîng derbarê awayê jiyan û çanda wê serdemê bide lêkolînvanan û wiha peyivî: “Pispor di vê lêkolîna li herêma Hewramanê de û nexasim li derdora çemê Sîrwanê karîne gelek cîhan peyde bikin ku dîroka wan vedigerê bo serdema kevir, her wiha serdema tûnc û serdema hesin û berî Îslamê.”
SINE