Karê pêlav çêkirinê û dirûtina şal û şapikên Kurdî beşek ji çanda qedîm a Hewramanê ye. Hewramanî bi rêya vê pîşeyê hem çanda xwe diparêzin hem jî debara jiyana xwe dikin. Kelaş jî berhemên vê pîşeyê ne û êdî bûne semboleke herêma Hewramanê. Lê belê di encama zêdebûna berhemên çanda modern de berhemên hunerên destan ên herêmê roj bi roj ber bi windabûnê ve diçin. Hostayê kelaşan ê Hewramanî Tariq Sedîq 13 sal e karê çêkirina pêlavan dike û di vê derbarê de wiha dibêje: “Malên Îranê bi erzanî derbasî herêma me dibin. Ji ber krîza aborî xelkê herêmê berhemên erzan dikirin. Ji ber vê yekê gelek hempîşeyên me dest ji kar berda. Niha em pir kêm kes mane ku kelaşan çêdikin. Ev jî me ditirsîne ku ev pîşe ji holê rabe. Salên berê gelek pîşekar û hostayên vê hunera Kurdî li Hewramanê hebûn û girîngî dida vê pîşeyê..”

Çêkirina kelaşan

Kelaş, cureyekî pêlavan e ku zêdetir li herêma Hewramanê têne çêkirin û êdî bûne semboleke Hewramanê. Ji bo çêkirina cotekî kelaşan hostayên kelaşan herî kêm hefteyekê dixebitin. Binê wan ji cawekî nêzikî 15 metreyî tê çêkirin. Her cotekî kelaşan heta 5 salan dikare bê pêkirin. Kelaş nemaze havînan têne pêkirin û her kitek dikare li her du pêyan jî bê kirin ango cudahiya rast û çepê tune ye.


 HEWRAMAN