Di roja 22. a terora dewleta Tirk a li Hezexê de, şerekî dijwar diqewime.

Ji danê sibehê ve hêzên dewletê êrîşê dibin ser taxên berxwedanê. Li taxa Tûrgût Ozal teqîneke dijwar rû da. Piştî vê teqînê di navbera hêzên dewletê û şervanên YPS’ê de şer derket.

Hat ragihandin, ku di vî şerî de gelek leşkerên Tirk mirî ne û birîndar bûne. Mirî û birîndarên hêzên dewleta Tirk bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

 

Nasnameyên 8 kes eşkere bû 

Li aliyê din, cenazeyên 13 kesên duh di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.

Ji cenazeyên ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê di êrîşên hêzên dewleta Tirk de hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê şandin Mêrdînê, tespîta nasnameya 8’an pêk hat.

Navên kesên ku nasnameyên wan hatin eşkerekirin wiha ne:

Gûrbet Bîlîr (18), Mehmet Akîf Çakici (30), Turkiye Konak (35), Halîl Ariturk (40), Kader Çakar (18), Huseyin Dayan (17), Îdrîs Eltîmûr (23) û Huseyîn Baran (19).

Piştî kar û barên fermî, cenazeyên ji bo defnkirinê radestî malbatan hatin kirin ber bi warên wan hatin oxirkirin.

Cenazeyê Bîlîr li Bismilê, cenazeyên Çakici û Ariturk li Êlihê, cenazeyê Konak li Nisêbînê, cenazeyê Çakar li Hezexê, cenazeyê Dayan li Sêrtê, cenazeyê Eltîmûr li bajarokê Findikli yê Basanê û cenazeyê Baran jî li Kerboranê wê bê defnkirin.

Her wiha hate hînbûn ku li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê 17 cenaze hê jî li benda teşxîskirinê tên rawestandin. 


 ŞIRNEX