Li Êlihê, Komela Lêkolîn û Pêşveberina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku di 2006’an de vebû xebatê xwe dimeşîne û dersên fêrbûna zimanê zikmakî dide. Xwendekaran perwerde dike û her diçe xebatên xwe berfireh dike. KURDÎ-DER’ê yekemîn car li navçeya Hezo ya Êlihê kursa zimanê Kurdî vekir û mohra xwe li bin xebatek ziman xist. Ji bo pêşiya pişaftinê bê girtin bê westan xebatan di domîne. Li vir ders ji aliyê mamostê KURDÎ-DER’ê ve tê dayîn. Li navçeyê ders, ji 22 Kanûnê 2012’an şûn ve destpê kiriye û bi bi pola 22 xwendakaran derê xwe ji pêşvebirina zimanê Kurdî re vekiriye. Ders ji asta yekemîn destpêkiriye û ji 7 saliyan û heta 70 saliyan nifşan gihandiya ba hev. Ders di bin avahiya şaredariyê de rojên Şemî û Yekşemê saet di navbera 13.00-15.00’an tê dayîn. Li polê bi tevahî 22 xwendekar ders dibînin. Zarok, dayik û karmend rengê xwe tevlî qursê kirine. Hate xuyakirin ku li warê Mele Ebudullayê Timoqî Hezoyê cara yekemîne dersa Kurdî tê dayîn û rengê Kurdî lê geş dibe. Xwendekar û mamosteya qursê evîna xwe ya li hemberî ziman anîn ziman.

‘Emrê xwendinê tune’

Dayika 50 salî Nuran Altan, ku li polê ders dibîne diyar kir ku ji bo ew zimanê xwe ji bîr nekin û neyê windakirin tê dersê û emrê xwendinê û xwendekariyê tune. Altan, got bila ji 7 saliyan heta 70 saliya pêwîste bên cem wan ders bibînin. Altan, anî ziman ku ger ku emrê xwendine 15 an jî 100 be jî pêwîste cudahiyê nexin navberê û wiha got: “Ji bo ev ziman neyê jî bîrkirin pêwîste di jiyana rojane û li her qadê jiyanê bê axaftin. Ez li hemû Hozoyan bang dikim ku bila bila hemû kes bê zimanê xwe fêr bibin. Ez wek dayikek bang li dayikên din dikim, bila zarok, nevî û ew bi xwe jî bên vê dibistanê ders bibînin. Bila di pêşerojê de zarok û neviyê me nebêjin we zimanê me ferî me nekiriye.”

Li navçeyê kursa yekemîn

Mamosteya KURDÎ-DER û polê Melîke Altan jî diyar kir ku cara yekemîne li Hezoyê kursa zimanê Kurdî vebûye û bi sedsalane zimanê Kurdan bi tûnekirinê re rû bi rû maye. Altan, destnîşan kir ku pêwîste xwedî derketina ziman ji her demê cûda be û zêdetir xwdî derketin hebe. Altan, da zanîn ku pêwîste zimanê Kurdî êdî ji nava zimanê bi pişaftî bê derxistin û got pêwîste zarok û mezinê gelê Kurd li zimanê xwe xwedî derbikeve. Altan, destnîşan kir ku piştî ew ji KURDÎ-DER’ê mezûn bûye cara yekemîne dest bi ders dayînê kiriye û wiha got: “Ji bo nevçeyê û li hûndirê navçeyê yekemîn care ku, kursek wisa hate vekirin gelek xwedî wate ye. Ez vê xebatê dixwazim û bi dildariya herî mezin dikim. Bila zimanê ku hindik tê axaftinê êdî li pêş bikeve. Li welatên din ên cîhanê yên li pêşketî mirov beriya her tiştî zimanê xwe hîn dibin û li pêş dixin. Ne zanbûna zimanê dayikê kêmasiyek herî mezin e. Pêwîste beriya her tiştî mirov zimanê dayika xwe hîn bibin.” Altan, bi bîr xist ku ev meheke ders dane destpêkirin û da zanîn ku rewşa xwendakarê wê gelek başe û dê ew piştî asta yekemîn a 2’mîn û 3’mîn berdawam bikin. Altan ev tişt got: “Ji ber ku xwendekarê me dilxwaz û evîndarê zimanê Kurdî ne gelek jîrin û serkeftî ne. Gelek zû li pêş dikevin. Ji bo hînbûna ziman ewil dayika zarok berpirsyare. Dayikek beriya her tiştî li her qada jiyanê, li hûndir an jî li derve dema ew dayik bi Kurdî zarokê xwe re axivî, ew ziman nayê jî bîrkirin û dê zarok zimanê dayika xwe bi axive.”

‘Ev der Kurdîstan e’
Xwendekara 12 salî ya bi navê Zîlan Hezer, da zanîn ku ew ji bo zimanê dayika xwe ji bîr neke û fêrî gramer û hemû formulê ziman bibe hatiye vir dersê dibîne. Hezer, bang li hemû zarokê hevalê xwe û zarokê Hezoyan kir ku bên li vir zimanê xwe hîn bibin û xwest pêşiya pişaftinê bigirin. Hezer, anî ziman ku ne zimanê Tirkî yê Kurdî dixwazin û naxwazin bi pişaftinê re rû bi rû bimînin û wiha got: “Êdî em şer naxwazin. Em aşîtiyê dixwazin. Em ji Erdogan re dibêjin qatîl Erdogan.” Hezer, bi lêv kir ku beriya ew bê qursê bi zimanê dayika xwe wisa nizanibû û da zanîn ku niha zimanê wê vebuye dikare bixwîne û binîvîsine. Hezer, destnîşan kir ku ew naxwazin biçin aliyê rojavayê Tirkiyê bixwînin û wiha axivî: “Em werin li Rojhelat bixwînin û ev der xweş e. Li rojavayê Tirkiyê ji bilî zimanê tirkî zimanek din qebul nakin. Dibêjin ku hûn tirkî ne axivin em ê we bikijun. Dibêjin ev der Tirkiye ye Kurdiya xwe li vir ne axivin. Ez dibêjim ev der ne Tirkiye ye, ev der Kurdîstan e.”

BÎLAL GULDEM / DÎHA/ÊLIH