FADIL DONMA / HÎLDESHEÎM

Dezgeha agahdarkirinê ya Komuna Jinan a Şehîd Meryem li ber dêra Jakobî hate vekirin bi dawî bû.

Di çalakiyê de ya ku Kurdên Hîldesheîmê û derdora wê tevlê bûn, broşûreke ku TJK-E’yê hazir kirî hem hate xwendin û hem hate belavkirin. Her wiha li du aliyên konê dezgehê û pêşiya wê pankart hatin daleqandin. Her wiha kon bi flamayên TJK-E’yê hate xemilandin.

Çalakî di çarçoveya pêngava ‘’ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ pêk hat. Ev pêngav ji aliyê Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) hatiye destpêkirin.