Ji bo endamên nû yên Parlamenta Ewrûpayê, Holandayî pêr çûn ser sindoqan. Berevajî bendewariyan, Partiya Karker di hilbijartinê de bi ser ket.

Texmînên destpêkê yên derbarê hilbijartinên li Holandayê de, qenala televîzyonê NOS’ê kirin. Anketên beriya niha hatin kirin, partiyên rastgiriya tund û lîberal weke favorî nîşan didan.

Lê belê encameke surprîz ji hilbijartinê derket. Partiya Karker a Sosyal Demokrat (PVDA), li gorî encamên nemisoger, bû partiya yekemîn. Li Parlamena Ewrûpayê ji bo Hollandayê 26 kursî hatine veqetandin. Partiya Karker heta niha xwedî 2 kursiyan bû, lê bi vê hilbijartinê re bû xwediyê 5 kursiyan. Rêjeya dengê xwe jî ji 9.4 ji sedî gihand 18.1 ji sedî. Namzeta ku rêxistinên Kurd destek dayê Kati Piri jî li gorîê vê encamê hatiye hilbijartin.

Serketiyê din ê hilbijartinê, Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ye ku Serokwezîr Mark Rutte pêşengiya wê dike. VVD hejmara kursiyên xwe ji 3’an gihand 4’an. Bi vî rengî derket pêşiya partiya Foruma Demokrasiyê (FvD) a Thierry Baudet ku dijberê Yekîtiya Ewrûpa û koçberan e. FvD di 3 kursiyan de ma û 12 ji sedî yê dengan wergirt.

Partiya ku di hilbijartinê de têk çû Partiya Azadiyê ya Geert Wilders e ku rastgira tundraw e. Wilders dengên xwe ji Baudet re berdan û ji 4 kursiyan daket kursiyekê. Rêjeya dengê wê jî ji 13.3 ji sedî daket 4.1 ji sedî.

 

 ANF / AMSTERDAM