Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê, li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên 12-13'ê Adarê yên li dijî kantonên Kobanê û Cizîrê, daxuyaniyek weşand û da zanîn ku di şer de 26 endamîn komên çete hatine kuştin..

YPG'ê diyar kir ku di 12'ê Adarê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî başûrrojhilatê Holê kirine û ev agahî dan: "Piştî êrîşê li fitlanoka Ûm-Cirêx a li ser sînor şerekî dijwar qewimî. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 23 çete li vir hatine kuştin û cenazeyên wan tevî çek û cebilxaneyan ketine destê hêzên me."

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de ev agahî hatin parvekirin:"12'ê Adarê saet di navbera 14:30- 15:00'an de çeteyên DAIŞ'ê ji Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîşî gundê Ebrê kir. Çeteyan di heman demê de ji Pira Qaraqozaxê êrîşî gundê Qereqozaxê û derdora wê kir. 12'ê Adarê saet di 08:00'an de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran û çekên sekvaniyê êrîşî başûrê Bendava Tişrînê ya Kobanê kir."

YPG´ê da zanîn ku DAIŞ´ê 13'ê Adarê (doh) jî li Bakurê bendavê xwestin êrîş bikin û li ser destwerdana YPG´ê komên çete reviyane.

Daxuyaniya YPG´ê weha dewam kir: " 12'ê Adarê saet di 05:00 de çeteyên DAIŞ’ê nêzî 20 km başûrêrojavayê Çiyayê Kizwanan êrîşek li dar xist. Li ser destwerdana hêzên me şerekî demkurt qewimî. Di şer de bi qasî ku hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin. Hêzên me tevî 3 cenazeyan 1 çeka BKC, 1 çeka B-7 Roketavêj, 3 çekên kalaşnîkovê, 3 rext, 17 jarjor û 3 bombeyên destan bi dest xistin." 


 NAVENDA NÛÇEYAN




Komên çekdar êrîşî Til Rifat dikin


Komên çekdar ên girêdayî opozisyona Sûriyê û ENKS’ê agirbesta li Sûriyê hatiye îlankirin, binpê dikin û êrîşî bajarokê Til Rifat dikin.

Nûçegihanên ANHA’yê ji herêmê ragihandin ku Komên çekdar êrîşî bajarokê Til Rifat kirin. Şervanên Ceyîş El-Siwar ê endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bersiv da êrîşan û şer di navbera wan de rû da. dema nûçe dihat amadekirin şer dewam dikir.


Li dijî gundên Efrînê topbaran

Komên çekdar ên girêdayî opozisyona Sûriyê û ENKS´ê di heman demê de nuqteyên YPG/YPJ’ê yên li gundê Celemê yê Efrînê jî topbaran kir. Komên çekdar pêr bi şev bi çekên giran ên weke doçka û hawanan ev êrişa li gundê Celemê yê navçeya Cindrêsê ya kantona Efrînê pêk anî. 


 EFRÎN