HPG’ê ragihand ku di çalakiya Îdirê de 6 esker hatine kuştin û di çalakiya Şirnexê de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayê ku li Şirnexê şehîd bûbû jî, eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniyê de got, “11’ê Îlonê hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li girê Vacîp û Serbend yê navçeya Qileban a Şirnexê bi cih bûbû, çalakiyên hemwext pêk anîn. Bi giranî li herdu girên dijmin hat xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin.”
HPG´ê bi bîr xist ku wan beriya niha derbarê çalakiya gerîlayan a 11’ê Îlonê li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû kiribû ku ev wesaît pê hatibû îmhakirin û wiha dewam kir: “Li gorî agahiyên hatine bidestxistin 6 leşkerên di wesayîtê de hatine kuştin.”
HPG´ê bi da daxuyaniya xwe 3’ê Îlonê ragihandibû ku 11’ê Tebaxa 2018’an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê 3 gerîla di bombebranê de şehîd bûne. Di heman bûyerê de gerîlayê bi navê kod Şoreş jî têkiliya wî bi gerîlayan re qut bûbû. HPG´ê do da zanîn ku ev gerîlayê ku bi navê Şoreş Herekol (Kemal Cengîz) ê li Sêrtê ji dayik bûyî li Şirnexê 11’ê Tebaxa 2018’an şehîd bûye.
ANF/BEHDÎNAN