Ev 9 roj in bê navber herêmên bêçek ji aliyê Rûsya û hêzên rejîmê ve tên bombekirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsya û helîkoptêrên rejîmê careke din li ser asîmanê Idlib û Hemayê digerin, deveran bombe dikin û dirûxînin. Di nava 9 rojên dawî de li herêma Idlib û Hema 900 êrişên hewayî pêk hatine.

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek êriş birin ser herêmên Til Nebî Eyûb, foca 46, Ehsem, Meret El-Sîn, Meret Herme û Hêş û bi wê re hejmara êrişan ji doh ve gihîşt 46’an.

Bê ser û ber êriş dikin

Her wiha balafirên şer ên rejîmê 126 êrişên hewayî li dijî gundewarên Idlibê û Hemayê pêk anîne. Doh hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên Rûsya û topbaranên dijwar, serweriya bajarokê Kefir Nebûda ya bejahiya bakur rojavayê Hemayê kir. Herêmên bêçek rastî êrişên dijwar tên, ku Rûsya hewl dide bendên peymanê ku bi Tirkiyê re di 17’ê Îlonê de daniye, pêk bîne.

13 sivîl hatin kuştin

Li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê jî şer gur dibe. Di topbaranên dualî yên hêzên rejîmê û komên çete de li bejahiyên bakur û rojavayê Helebê 13 sivîl hatin kuştin.

Em bi Tirkiyê re tevdigerin

Li aliyê din Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin bi daxuyaniyekê diyar kir ku Rûsya û hêzên rejîma Sûriyê bi kordîneya Tirkiyê, wê topbarana li ser teror û çekdarên li Idlibê, wê dewam bikin.

 

IDLIB