Komên çete yên dewleta Tirk doh li Idlibê êrişeke mezin pêk anîn. Ajansa SANA a rêjîma Sûrî diyar kir ku êriş bi erebeyên bombebarkirî hatine kirin. Rayedarên Rûsyayê jî ragihandin ku di êrişê de 40 eskerên Sûrî hatine kuştin û 80 jî birîndar bûne.

Ji pêr ve balafirên Rûsya û helîkopterên şer ên artêşa rêjîma Sûrî bi dijwarî çeperên komên çete yên derdora Idlib û Helebê bombardiman dikin.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê ye, ragihand ku di 24 saetên dawî de nêzî 400 êrişên balafir û helîkopteran pêk hatine.

Komên çete ên girêdayî dewleta Tirk ku ji ber êrişa balafiran ketin rewşeke tengav, doh destê sibê bi ser navendên artêşa Sûrî de girtin.

Li gorî agahiyan, êrişa çeteyan yek ji êrişên herî dijwar ên demên dawî ye.

Navenda Lihevkirina Rûs ku li baregeha leşkerî ya Hûmeymîm dimîne, li ser encama êrişê daxuyaniyek da û da zanîn ku 40 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin û 80 jî birîndar nebûne.

 

ANF/IDLIB