Li Idlibê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin. Hêzên rejîmê jî bi piştgiriya hewayî û bejahî ya Rûsya û Îranê li başûrê Idlibê operasyonên xwe didomîne û gelek herêm kontrol kirin.
Li gorî agahiyan, ji nuqteya çavdêriyê ya artêşa Tirk a li Cebel Zawiye (Çiyayê Zawiye) ya li başûrê Idlibê êriş li dijî hêzên rejîmê hate kirin. Piştî vê êrişê herêm ji hewayê ve hate bombekirin.
Hate ragihandin ku di encama vê bombardûmanê de gelek leşker û çeteyên Tirk ên li nuqteya çavdêriyê ya Cebel Zawiye hatine kuştin.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Idlibê 3 leşkerên wan mirine û îdîa kir ku ji hêzên rejîmê gelek kuştî hene.
Li gorî çavkaniyên herêmî ve, di operasyonê de 6 eskerên Tirk hatin kuştin.
Li aliyê Seraqibê jî dewleta Tirk û çeteyên wê ji nû ve serdest bûn.
Di vê navberê de rêveberiya Kremlînê gotinên dewleta Tirk ên der barê civîneke çaralî de derew derxistin.
Li Dirbêsiyê dewriya Rûs-Tirk
Li ser sînorên Tirkiye û Sûriyê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê, dewriyeyeke hevbeş a hêzên dewleta Tirk a dagirker û polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk hat.
Dewriyeya hevbeş ji gundê Şêrik ê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û gera xwe di gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê û Zirganê de, dewam kir.
Dewrî di gundên Zehir El-Ereb, Qîrwan, Kerkend, Telik, Hac Oglî û Qerman re geriya û vegeriya gundê Şêrikê û ji wê derê jî panzêrên Tirkiyê berê xwe dan erdên Tirkiye, her wiha polîsên leşkerî yên Rûsyayê vegerîn baregehên xwe yên li Qamişlo.
NAVENDA NÛÇEYAN