Li Idlibê şer giran dibe. Êdî ne rast e ku şer weke şerê çeteyan û rejîma Sûrî were bi navkirin. Ji ber ku dewleta Tirk û Sûrî pirr eşkere şer dikin. Heye ku di vî şerî de Rûsya jî cihê xwe eşkere bike. Jixwe Rûsya di şer de heye, lê cihê xwe fermî nake. Piştî ku 2 balafirên rejîma Sûrî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xistin û Sûrî balafireke keşfê ya dewleta Tirk xist, êdî şer li Sûrî ket qonaxeke din. Jixwe sereskerê dewleta Tirk Akar nav li şer kir û weke mertalê buharê bi nav kir.

Li aliyê din dewleta Tirk ji bo vî şerî bike hewara xwe digihîne NATO’yê û li aliyekî din jî xwe davêje ber lingê Pûtîn. Serokkomarê Tirk Erdogan ku wê li ser mijara Idlibê 5’ê Adarê serdana Moskowayê bike, ji bo destê xwe xurt bike beriya serdanê alîkarî ji NATO’yê xwest. Wezîrê Parastinê yê Tirk jî navek li êrişa dagirkeriyê ya li Idlibê kir.

Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar jî têkildarî şerê li Idlibê daxuyaniyek da û navek li êrişa xwe ya dagirkeriyê ya li herêmê kir. Akar got, “Tevgera Mertalê Biharê ku piştî êrişa 27’ê Sibatê ya li Idlibê dest pê kir bi rengekî serketî didome.”

Akar her wiha diyar kir ku ew naxwazin bi Rûsyayê re werin hemberî hev û got, “Nêt û armanca me nîne ku em bi Rûsyayê re werin hemberî hev. Bendewariya me ji Rûsyayê ew e ku êrişên rejîmê rawestîne û vekişe sînorê mutabaqata Soçiyê.”

HELEB