Karkerênînşeatê ku bê sîgorte dişixulin kedeke mezin didin û û di meha Remezanê de ligel germahiya havînê ji debara xwe dixebitin. Hinek ji ber rewşa aborî û hinek jî ji ber zext û zordariyên dewleta tirk koçberî Amedê bûne. Welatiyên kul i Amedê dijîn û di karêînşeatê de dixebitin ji berk u derfetê wan ên karekî din tuneye neçar dimînin ku diînşeatê de bixetin û her wiha ev kar jî her demsal tuneye.Li navçeya Kayapinarê ya Amedê ligel Temînla Otobusê ya Navabajaran di vê germihaya havînê de bi heqdestekî kêm dixebitin. Her wiha ligel meha rojiyê jî ez zehmetî du kat zêde dibe û karker bêzar dibin.

‘Li gel zahmetiyan kêfxweş in’

Karkerê bi navê Necmettîn Yilmaz (38) ku ev 16 salin karêînşeatê dike diyar kir ku di salên 1990’î de ji ber zext û zordaiyên dewletê neçar mane ku koçê Amedê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Di sala 1992’an de gundê me şewitadin. Em ji gund reviyan û li vir bicih bûn. li vir pirsgirêk derkevin. Ez çûm Edenê. Ez 6 salan li wir diînşeatê de xebitim. Çimkî karekî din tunebû. Piştre jî Stenbol û Nîgdeyê xebitim. Hema hema li her derê xebitim. Lê xebata li vir gelek cudaye. Her çiqas zehmet be jî ev der welatê me ye. Li bajarên rojhilat me biçûk dibînin. Dibêjin ev Kurdin, terorîstin. Ji ber vê em xebata li welatê xwe baştir dibînin.“

‘Em neçar in bixebitin’
Tahsîn Toprak (50) ku ev 35 salin karêînşeatê dike destnîşan kir ku diînşeatê de xebat gelek gelek zehmete û got ku ji berk u 7 zarokên wî hene neçare ku vî karî bike. Toprak wiha dirêjî da axaftina xwe: „Ji ber ku ez mecbûrim serê sibê heta êvarê dixebitim. Di bin germahiya 40-45 dereceyî xebat gelek zehmete. Kesekî ku ne mecbûr be nekare li vir bixebite. Ji bo zarokên xwe ez li berxwe didim. Ez nanê xwe ji vî karî derdixim.“
Alî Çetî jî diyar kir ku ev 27 salin vî karî dike û got ku ew niha hosteye û wiha got: „Şert û mercên me gelek zehmetin. Lê divê ez debara malbata xwe bikim.Ez di kîrayê de rudinim. Berê ez li Sêwas û Meletiyê xebitim. Dema ciwantiyê de ji mirovan re zêde zehmet nayê. Lê her kut emen pêşve çû kar zehmet dibe. Lê ez mecburim vî karî bikim.“

Mehme Eşme (19) jî wiha got: „Em rojê 8 saetan dixebitin. Em pir diwestin. Ez diçim mal hema radikevim. Ev du sale dixebitim. Karekî din tune. Lê ev der welatê me ye. Welatê ji bo me rehete.

DÎHA/AMED