Li Îranê 15´ê Mijdarê, ji ber buhakirina benzînê daketin qadan û bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe diyar kirin. Lê rejîma Îranê bi şiddet bi ser wan de çû û komkujî kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 143 kes hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), di xwepêşandanên li Îranê de ji texmînên beriya niha zêdetir in. Li gorî daxuyaniyê hejmara kesên ji aliyê rejîmê ve hatin kuştin 143 kes in.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku beriya niha hatibû gotin 106 kesan ji ber êrişên hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. Hate destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî li pêşberî êrişa hêzên rejîmê bêdeng nemîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, dibe ku hejmara kesên di raperîna gel de jiyana xwe ji dest dan hîn bêhtir bin.

 

LONDON